‘Divê konferansa Cenevre bikeve meriyetê’
‘Divê konferansa Cenevre bikeve meriyetê’
‘Divê konferansa Cenevre bikeve meriyetê’
Di encamnameya civîna G8 a li Bakurê Îrlanda hat lidarxistin de Serokdewletê Sûriyeyê hat hişyar kirin. Lîderên DYA û welatên Rojava biryareke ku bandorê li ser qedera Esad bike nikarîbû bigirin. Hat destnîşankirin ku wê firotina çekan ji bo rejîma Sûriyeyê berdewam bike.
Di encamnameya civîna G8 de, xala; “ji bo şerê sivîl ê li Sûriyeyê bi dawî bibe divê Esad biçe” li vetokirina Rûsyayê aliqî.
Di dawiya civînê de Putîn welatên Rojava di mijara ku çekan difiroşe muxalifan û projeyên wan ên der barê Sûriyeyê de rexne kir û got, “Dibe ku rojekê ev çek li Ewropayê jî werin bi kar anîn.” Pûtîn di axaftina xwe de destnîşan kir ku di pêwendiyên xwe yên bi Sûriyeyê re wê paşde gav navêjin.
Putîn got, “Cur bi cur rêbazên xweçekkirinê hene. Em di çarçoveya peymanên fermî yên bi Sûriyeyê re çekan didin. Em ê van kontratan ji nû ve îmze bikin.”
Rayedarên G8 yên ji welatên DYA, Japonya, Elmanya, Fransa, Îngiltere, Îtalya, Kanada û Rûsya pêk tên ji dewleta Sûriyeyê û muxalifan xwest rêxistinên girêdayî El-Kaîde parçe bikin.
Serokê DYA Barack Obama jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku eger Beşar Esad biçe pêwîst e muxelefeteke ku rêveberiya welat bigire dest were avakirin. Serokwezîrê Îngiltere Davîd Cameron jî got ku divê welatên Rojava di pozîsyona xwe de bi israr bin.
Di destpêka meha Gulanê de di encama hevdîtinên navbera Rûs û Amerîkayiyan de biryar hatibû girtin ku ji bo pisgirêkên li Sûriyeyê werin çareserkirin konferansek were lidarxistin. Ev civîna ku wek 2’yemîn Konferansa Cenevre jî tê pênasekirin di meha Hezîranê de hatibû plankirin. Lê belê li gorî hin agahiyan tê gotin ku destpêkê taloqî Tîrmehê paşê jî Tebaxê hatiye kirin.