‘Divê heyeta Şopandina Sivîl ava bibe û şert û mercên Ocalan bên başkirin’
‘Divê heyeta Şopandina Sivîl ava bibe û şert û mercên Ocalan bên başkirin’
‘Divê heyeta Şopandina Sivîl ava bibe û şert û mercên Ocalan bên başkirin’
Têkildarî civîna 10’ê Îlonê ya Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê bi Heyeta Aqilmendan re daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê şert û mercên Ocalan bên başkirin, ji bo mûzakereyan atmosfereke guncaw ava bibe, Heyeta Şopandina Sivîl çêbibe û qada sivîl hîn zêdetir berbiçav bibe.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Binê gotina Ocalan a ‘ji şer çûna ber bi siyasetê’ ve ku di asteke mezin de temam bûye, di pêşveçûna pêvajoyê de hem îrade, hem jî pêdivî heye hat xêzkirin. Di civînê de hat ziman ku pêwîst e şert û mercên Ocalan bên başkirin û ji bo muzakereyan atmosfereke hîn guncawtir bê avakirin.”
Di daxuyaniyê de ev xisûs hatin rêzkirin:
"Di civînê de hat xwestin ku heyeta şopandina sivîl bê avakirin, qada sivîl hîn zêdetir berbiçav be. Hat xwestin ku hikûmet tecrûbeyên heyeta Aqilmendan bigire dîqetê, bi mutabeqata aliyan desteya şopandinê bê avakirin.
Di civînê de hat destnîşankirin ku pêwîst e ji bo pêvajo pêş bikeve û bi ser bikeve yek ji gavên herî girîng ev e ku raya giştî ya Tirkiyeyê ji pêvajoya ji niha şûn ve re bê amadekirin û ev mijar ji bo kesên îro li vir amade yek ji wezîfeya herî girîng e."