'Divê derfetên pêwendiya bi Ocalan re bên afirandin'

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku 2 meh in ew ti agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê nagirin. Buroyê destnîşan kir ku divê karibin tavilê muwekîlên xwe bibînin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê agahiyê nikarin werbigirin.

Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wiha ye:

"Ji raya giştî re;

"Zêdeyî du meh in em nikarin ti agahî ji muwekîlên xwe yên li Îmraliyê werbigirin. Ji 27'ê Nîsana 2020'an dema axaftina bi telefonê û vir ve mixabin agahiya me li ser rewşa wan, li ser tenduristî û ewlekariya wan nîne. Bi taybetî ji ber gefa heyî ya vîrûsa Covîd-19 di asteke bilind de em bi fikar in. Şewba ji ber vîrûsa Covîd-19, ji ku ber ku belav dibe û dibe sedema bandoreke giran, di 11'ê Adara 2020'an de ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve weke pandemî hate ragihandin. Ji wê rojê ve encamên xwe yên giran ji xwe ji aliyê raya giştî ve tê zanîn.

'GEF Û METIRSÎ LI SER WAN HEYE'

Ji ber rejîma înfazê ya bêhiqûqî ya xweser a li girtîgeha Îmraliyê, ji ber şert û mercên avhewayê yên li girtîgeha giravê û îzolasyona giran, girtîgeha Îmraliyê ji girtîgehêndin bêhtir zerarê dide tenduristiya ruhî û bedenî ya mirovan. Atmosfereke bi vî rengî bingehê ji derbûna nexweşiyan re amade dike, nexweşiyên kronîk jî giran dike. Ji ber dema dirêj a li girtîgehê, temenê xwe yê dirêj û nexweşiyên kronîk, muwekîlên li Îmraliyê di bin gef û metirsiya vîrûsa koronayê de ne. Rewşa 'li pêşberî nexweşiyan bêparastin e' ku CPT di serdanên xwe yên beriya niha de li Îmraliyê tespît kir, nîşan dide ku girtîgeha Îmraliyê di mijara peydakirina derfetên tenduristiyê û destwerdana lezgîn a tenduristiyê de têrker nîne.

'BIRÊZ OCALAN BAL KIŞAND SER RÎSKA GENGAZ'

Serlêdanên me yên ji ber gefa kujer a vîrûsa koronayê û ji bo bikaranîna mafên bingehîn ên qanûnî hatine kirin, bi rengekî ku li dijî hiqûqê tê binpêkirin, ya jî bêbersiv tên hiştin. Destûr ji serdana parêzeran û malbatan re nayê dayin. Hevdîtina herî dawî ya rû bi rû di 3'ê Adara 2020'an de ji ber şewata li Girava Îmraliyê di encama hesasiyeta raya giştî de pêk hat. Ji ber pandemiyê mafê axaftina bi telefonê ya heftane ya girtî û hikumxwarên li Tirkiyeyê hefteyê bû du caran, lê belê tevî vê yekê ev maf nedan muwekîlên me yên li Îmraliyê. Axaftina bi telefonê ku 27'ê Nîsana 2020'an bi rengekî îstîsnayî hate kirin, yekemcar axaftina bi telefonê bû ku muwekîlên me ji dema ragirtina li Girtîgeha Îmraliyê û vir ve pêk anîn. Birêz Ocalan di dema vê axaftinê de gotibû, 'rewşa me niha baş e, lê belê nizanim ku piştre çi bibe' û bi vî rengî bal kişandibû ser rîska gengaz a li ser rewşa tenduristiyê. Ji hingî ve yekser an jî neyekser me agahî ji muwekîlên xwe yên li Girava Îmraliyê wernegirtine. Destûr nayê dayin ku bi name, faks û amûrên mîna wan ên ragihandinê pêwendî bi wan re bê danîn. Rejîma înfazê ya taybet a ji bo şexs a li Îmraliyê ku nîşaneya berbiçav a nêzîkatiya otorîter a desthilatdariya siyasî ye, li derveyî parastina hiqûqî ye.

'ŞERT E KU EM TAVILÊ PÊWENDIYÊ BI WAN RE DEYNIN'

Pêkanîna derfetên ragihandin ku di qanûnan de hatine naskirin, di heman demê de daxwazên me yên ji bo wergirtina tevdîrên li dijî nexweşiya Covîd-19 ji aliyê meqamên xwecihî ve bi rengekî nehiqûqî hatine redkirin. Cezayên dîsîplînê ku weke hincet tê nîşandan, naveroka wan ji aliyê me ve nayê zanîn, dosya ji parêzeran re tên revandin ku ji aliyê hiqûqî ve nikarin kontrol bikin. Em nizanin ku ev cezayên dîsîplînê ji ber çi ne û kîjan pêkanîn di meriyetê de ne. Ev helwesta ku di dema pandemiyê de hate nîşandan û tê dewamkirin, fikarên me yên heyî zêde dike. Pêwendiya muwekîlên me bi temamî bi derve re hatiye birîn ku ev yek binpêkirina qedexeya kiryarên xerab û êşkenceyê ye. Ev kiryar hem bi Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ji aliyê normên gerdûnî ve hatiye qedexekirin, hem jî Dadgeha Destûra Bingehîn û mewzûatê neteweyî vê qebûl nakin. Di 19'ê Hezîrana 2020'an de me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn. Di çarçoveya vê daxwaza xwe ya tevdîrê de divê tavilê derfet bên afirandin ku em karibin xwe bigihînin muwekîlên xwe yên li Girava Îmraliyê. Li gorî rastiya rîska heyî û di demeke maqûl de divê serlêdana me ya tevdîrê bê nirxandin, ku ev yek li gorî hiqûqê û qanûan e. Lewma di mijara bicihanîna mafên qanûnî de, em li bendê ne ku helwesteke ku bersivê dide fikarên me yên mafdar ji aliyê rayedaran ve bê nîşandan. Bi rêzdarî em vê yekê pêşkêşî raya giştî dikin."