Dîsan rê nehat dayîn parêzer biçin Îmraliyê!
Dîsan rê nehat dayîn parêzer biçin Îmraliyê!
Dîsan rê nehat dayîn parêzer biçin Îmraliyê!
Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo hevditina bi Ocalan re dîsa bi hinceta keştî xerabe ye hat redkirin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Abdulmecit Yildirim bi boneya bi muwekilê xwe Ocalan re hevditina heftane ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê dîsa dozgeriyê û rayedarên girtîgehê bi hinceta "Keştî Xerabe ye" serlêdana parêzeran red kir. Rayedaran diyar kirin ku dê parêzer nikaribin biçin Îmraliyê.
Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de çûbûn Îmraliyê. Hemû serlêdanên parêzeran bi hinceta "Keştî xerabe ye", "Rewşa hewayê xarab e" û "Belgeyên fermî kêm in" tên redkirin.