Dîsa nehiştin parêzer biçin Îmraliyê

Dîsa nehiştin parêzer biçin Îmraliyê

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Rayedaran vê hefteyê bi hinceta "rewşa hewayî" destûr neda hevdîtina parêzeran.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo bi muwekilê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Rayedarên Îdareya Girtîgeha Îmraliyê bi hinceta "rewşa hewayî" bersîva neyînî da parêzeran.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 650 roj berê bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn.

Parêzeran heta niha 180 caran seri li rayaran da, lê her tim bi heman hincetan serlêdanên parêzeran red kir û destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê.

Rayedaran vê hefteyê jî hinceta betlana 1'ê Gulanê nişan dan û destûr nedan parêzeran.