Dîsa nehiştin ku parêzer Ocalan bibînin
Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, a ji bo hevdîtinê dîsa qebûl nekir.
Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, a ji bo hevdîtinê dîsa qebûl nekir.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Sînan Zincîr ji bo ku miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriyê serlêdana cara 765'an jî qebûl nekir.
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve dewleta Tirk bi hincetên dûrî rastiyê û dûrî mantiq serlêdanên parêzerên Ocalan ên ji bo ku miwekîlê xwe bibînin red dike.