Meşa bi hezaran kesî ya li paytexta Elmanya Berlînê saetên piştî nîvro li Qada ‘Alexanderplatz’ê destpê kirî bi coş dom dike. Di meşa bi dirûşma ‘Daxwaza azadiyê nikare were qedexekirin, li dijî yasaya Polîsan, qedexeya li ser PKK'ê û nîjatperestiyê têkoşîna hevpar' de siyaseta dewleta Elman a krîmînalîzekirina têkoşîna azadiya Kurd tê protestokirin.
Di meşê de qedexeya Elmanya ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehate naskirin. Di meşê de gelek posterên Ocalan hatin bilindkirin û bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ hatin qîrkirin.
Li ser van dirûşman komeke polîsan hewl dan meşê rawestînin û êrîş bire ser xwepêşanderan. Polîsên provakator ên ku bi kêmanî 3 xwepêşander destgîrkirin, li ser helwesta xwînsar a xwepêşandaran pêşiya provakatoriyê hate girtin.
Hişyariyên polîsan ên bi zimanê Tirkî bal kişand, berxwedana xwepêşanderan a li dijî polîsan dewam dike.
Her wiha di xwepêşandanê de çalakvnana nerazîbûn nîşanî biryara DYA ya li dijî sê pêşengên tevgera azadiya Kurd jî hatibû girtin da. Ji bo di meşê de dowîzên ‘Em hemû Cemîl Bayik in’, ‘Em hemû Mûrat Karayilan in’ û ‘Em hemû Dûran Kalkan in’ hildabûn.