Dirûşma 'Efrînê' li Yewnanîstanê deng veda

Bi wesîleya 24'ê Adarê Roja Efrînê ya Cîhanê li paytexta Yewnanîstan Atînayê meşek hate organîzekirin.

Girseya gel li ber avahiya akademiyê ya dîrokî li hev civiya û ber bi Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ve meşiya.

Di meşê de dirûşmên "Efrîn", "Azadî ji Efrînê re", "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî Serok Apo", "Kujer Tirkiye", "Kujer Erdoğan", "Faşîst Tirkiye", "Kujer Tirkiye" hatin qîrîn.

Piştî meşê li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê mîtîngek hate lidarxistin. Siyasetmedarê Kurd Metin Bingöl axivî û got, "Divê cîhan tev zanibe, eger li ti cihekî teqîn nabe, ev yek bi saya şervanên Kurd e."

Nûnerê Partiya Yekîtiya Gelan a Yewnanîstanê jî diyar kir ku ew piştgiriyê dide gelê Kurd û xwest, dagirkeriya li Efrînê tavilê biqede.