Dîroka Kongreya Netewî diyar bû

Dîroka Kongreya Netewî diyar bû

Dîroka Kongreya Netewî a kurd diyar bû. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, kongreya ku dihat plandkirin di dawiya vê mehê de bê kirin, ji ber amadekariyên binesaziyê temam nebibûn, taloqî meha îlonê kirin.

Tê payîn ku kongre di navbera 15-16-17’ê îlonê de bê kirin. Komîteya amadekar berê diyar kiribû ku dê dîroka kongreyê bi tevlibûna hemû aliyên kongreyê bi daxuyaniyekê bê îlankirin. Hat hînbûn ku ev daxuyanî dê di 20’ê tebaxê de saet di 11.00’an de li Hewlêrê pêk were.