Dînk li Brukselê hat bîranîn

Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk, di salvegera qetilkirinê de li paytexta Belçîka Brukselê ji aliyê saziyên Ermen û Kurd hat bibîranîn.

Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk, di salvegera qetilkirinê de li paytexta Belçîka Brukselê ji aliyê saziyên Ermen û Kurd hat bibîranîn.

Bîranîna li pêşiya Abîdeya Qirkirinê ya li paytexta Belçîka Brukselê bi rêzgirtinê despê kir.

Piştre jî li ser navê Ermenan Dogan Duzgun peyam xwend. Endamê Komîteya Rêveber ê KNK’ê Zubeyîr Aydar jî di axaftina xwe de Hrant Dînk, Tahîr Elçî, Ermenên di qirkirina 1915’an de hatine qetilkirin û kesên di terora dewleta Tirk de li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.

Nûnerê Ermenan Hosvet Hayrenî di axaftina xwe di şexsê Hrant Dînk de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr anî. 

Hayrenî got wek şopdarên Hrant Dînk bi doza wî bawer in, wê wisa jî meşa xwe bidomînin, wiha bi dawî kir: “Em ê li yên bihişt li me kirine dojeh, Kurdistanê li wan bikin dojeh.”

...