Dinava deh rojan de 400 sivîl li Helebê jiyana xwe jidest dan

Dinava deh rojan de 400 sivîl li Helebê jiyana xwe jidest dan

Şer û pevçûnên li taxa Neqarîn, Mebna El-Muwaselat ên Helebê ku ev demek di navbera hêzên Rêjîmê û çekdarên opozisyonê bi hemû dijwariya xwe didom e. Hate hînbûn çekdarên opozisyonê taxa Ezemiyê ya Helebê wekî herêmeke leşkerî îlan kirine û bang li şêniyên taxê kirin ku malên xwe biterkînin. Li gora hin çavdêran di deh rojên dawî de 400 kes li Helebê hatin kuştin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin hin komên çekdar yên opozisyonê taxên Ezemiyê, Çerxeriya El-Kura El-Erdiye û kolana parkan a herêma Esker wekî herêmên leşkerî nîşan îlan kirine. Komên çekdar ji welatiyên van taxan ku di bin destê rêjîmê de ne xwestine ku di nava 3 rojan de malên xwe terk bikin û taxan valabikin. Komên çekdar ên opozisyonê diyar kirin ku dê van herêman topbaran bikin û piştre êrîşî taxan bike.

Li aliyê din hêzên rêjîmê bi çekên giran taxa Zibêdiyê ya Helebê topbaran kirin. Di encama topbaranê ziyana madî li derdorê çêbû. Li taxa derdora Şêxmeqsûd a Helebê di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê şer û pevçûn didomin. Hate gotin ku kuştiyên herdû aliyan çêbûne. Li herêma nêzî Gerac El-Heciz a taxa Bustan Başa di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê pevçûn rûdane. Hate gotin ku kuştî û birîndarên ji herdû aliyan çêbûne, hate hîn bûn hejmarek nediyar ya sîvîlan jî jiyana xwe jidest dane. Pevçûnên li vê herêmê hîn bi dijwarî dewam dike.

Hate ragihandin ku îro di saetên sibê de hêzên rêjîmê taxa El-Sukerî ya Helebê topbaran kir. Hate gotin ku di encamê de 3 zarok û jinek, bi giştî 15 kesî jiyana xwe jidest dane. Her wiha hêzên rêjîmê taxa Şêx Exzer a Helebê topbaran kir û di encamê de gelek ziyana madî li derdorê çêbû ye, li taxa Silêman El-Helebî jî di encama topbarana hêzên hêzên rêjîmê de hin sivîlan jiyana xwe jidest dane.

Li herêmên derdora Helebê jî şer û pevçûn li herêma Neqarîn şer bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Hate gotin ku şerê herî dijwar li nêzî avahiya Miwaselat derketine. Di heman demê de hêzên rêjîmê herêm topbaran û bombebaran kir. Hate hînbûn  di encamê de kuştî û birîndar çêbûne. Balafirên rêjîmê herêma Bab Şerqî û bajaroka Tadif bombebaran kirin. Hate hînbûn ku di encama bombebaranê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û hin sivîlên din birîndar bûn,  ziyaneke madî ya mezin li derdorê çêbû.

Balafirên rêjîmê herêmên Mensûr, Orom El-Kubra û Dêr Hafir ên bakurê Helebê bombebaran kirin. Derbarê encamê de tu agahî ne hatin bidestxistin.

Balafirên rêjîmê bajaroka Etarib a li rojavayê Helebê bombebaran kir. Hate gotin ku di encamê de hin sivîl birîndar bûne. Li Bajaroka Xan El-Esel a şevê din di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê de şer derketin. hate gotin ku di encama pevçûnan de 5 leşkerên rêjîmê hatine kuştin.

Li gorî çavdêrên herêmê dinava deh rojên dawî de hejmara sivîlên li Helebê jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 400 kesî û her roj rewşa sivîlan li herêmê aloztir dibe.