Dîmenên hevkariya polîs û faşîstan derketin holê

Dîmenên hevkariya polîs û faşîstan derketin holê

Li Dîlokê dîmenên ku hevkariya polîs û komên faşîst ên êrîşî çalakiya welatiyan kiribûn derket holê. Dîmenên ku li ser rêya avahiya DBP'ê ya Şehîtkamîl a Dîlokê ku ji hêla faşîstan ve hat şewitandin de polîs ji koma faşîst re dibêje "We peywira xwe bi cih anî. Ji vê seatê şûnde tiştekî ku hûn bikin nemaye."

Li Dîlokê welatiyên ku ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê daketin kolanan rastî êrîşa komek faşîst hatibûn di vê êrîşê de avahiya DBP'ê ya Şehîtkamîl a li ser rêya Şofor Alî bû ji hêla faşîstan ve hate şewitandin. Dîmenên şewitandina avahiya DBP'ê û axaftina polîsan a bi faşîstan re kiribûn derket holê. Di dîmenan de tê dîtin ku avahî di bin çavdêriya polîsan de hatiye şewitandin. Di dîmenê ku alên DBP'ê li ber çavên polîsan tê şewitandin de faşîst dibêjin "Ya allah bismillah allah û ekber" kevir davêjin avahiyê û çêr dikin.

'WE PEYWIRA XWE BI CIH ANÎ ÊDÎ DORA ME YE'

Koma faşîst piştî ku hinekî ji avahiyê dûr dikevin polîsên fermî û sivîl tên cem wan û ji wan re van tiştan dibêjin: "We peywira xwe bi cih anî. Ji vê seatê şûn ve hûn ji vir biçin em ê derdorê berhev bikin. Wekî cara din ji hev belav bibin. Haydê emanetî xwedê bin." Bi vê dîmenê piştrast bû ku lincên li hemberî Kurdan pêk tê bi destê polîsan tên organîzekirin.

ALÎKARIYA JI BO KOBANÊ Û ŞENGALÊ JÎ ŞEWITANDIN

Li gorî agahiyên hin şahidan kompîtura avahiyê ji hêla faşîstan ve hat derxistin û rsdestî polîsan kirin û alîkariya ku DBP'ê ji bo Kobanê û Şengalê kom kiribûn şewitandin.