Dîlgirtina Leyla Guven li gelek bajaran hate şermezarkirin
Dîlgirtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hate şermezarkirin.
Dîlgirtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hate şermezarkirin.
Nerazîbûna li dîlgirtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, dewam dike. Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî hatin lidarxistin.
SEMSÛR
Rêxistinên HDP’ê ya Semsûrê, bi daxuyaniyekê girtina Guven şermezar kir. Ji bo şermezarkirin li ber avahiya HDP'ê ya bajar daxuyanî hat dayîn û endam û rêvebrên HDP'ê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP'ê ya Bajar Zelîha Karinca axivî û diyar kir ku desthilat bi biryara Guven nîşan da ku di neçareseriyê bi israr e û got ku wê ev rêbaz encam negirin.
Daxuyanî bi berzkirina dûrişmeyên mîna “Jin Jiyan Azadî”, “Leyla Guven rûmeta me ye” û çepikan bi dawî bû.
DERSIM
Rêxistina HDP’ê ya Dersimê jî girtina Guven li Kolana Hunerê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di daxuyaniya ku gelek kes tevlî bûn de pankarta “Leyla Guven rûmeta me ye” hat daleqandin. Hevseroka HDP’ê ya Dersimê Nûrşat Yeşîl, di daxuyaniyê de axivî û got ku biryara derbarê Guven de nîşan dide ku dadgerî çiqas di bin kontrola desthilatê de ye û biryar li dijî hemû kurdan û muxalîfan e." Di berdewamê de Yeşîl, bal kişand ser rola KCD’ê ya di çareseriya demokratîk de û destnîşan kir ku ew biryara derbarê Guven de nas nakin.
ÇEWLIK
Rêxistina HDP'ê ya Çewlikê jî bi heman armancê li ber avahiya xwe daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP'ê yê Bajar Veysel Kaya axivî û ev tişt got: "Pergala qesrê ku hatiye ber helandinê, demên xwe yên dawîn li ser neyartiya gel didomîne û hewl dide xwe heyî nîşan bide. Ji ber muxalefa bihêz a HDP’ê Leyla Guven hat girtin. Em careke din ji raya giştî re radigihînin ku em biryara derbarê Guven de nas nakin."
EDENE
Meclisa Jinan a HDP’ê ya Edenê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), li ber avahiya HDP’ê ya Çûkûrovayê daxuyanî dan û girtina Guven şermezar kirin. Di daxuyaniya ku gelek kes tevlî bûn de li ser navê jinan Berîvan Gokalp axivî û diyar kir ku armanca girtina Guven tirsandina muxalefeta civakî ye û ev tişt got: “Ev biryar ji bo di hukmê tunebûnê de ye. Divê hikûmet fêm bike ku em mafdar in. Zext me têk nabin û wê nebin jî. Weke ku hevala me Leyla gotiye; em li vir in, bi tu cihekî ve naçin.”
MERSÎN
Rêxistina HDP’ê ya Mersînê jî jim bo girtina Leyla Guven daxuyaniyek da û bertek nîşanî girtina Guven da. Ji bo şermezarkirina biryara girtina Guven li avahiya HDP’ê ya navçeya Akdenîz daxuyanî hat dayîn. Rêveberên Meclisa Jinan a HDK’ê ya Mersîn û Komeleya Piştevaniya Federasyona Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-FED) jî tevlî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Akdenîzê Feyza Kaya axivî û diyar kir ku bi girtina Guven hatiye xwestin ku vîna gelê kurd teslîm bê girtin û wiha got: “Di serî de dixwazin gelê kurd û muxalefeta civakî bitirsînin. Ev biryar ji bo me tuneye. Ev welat welatê me ye em bi berdewamî siyaset bikin. Li derve be jî li hundir be jî em ê siyaset bikin. Wê zext me ji têkoşîna me nekin.”
Daxûyanî bidûrişmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Leyla Guven rûmeta me ye” bi dawî bû.