Dîlekçî: Waliyê Wanê bi daxistina pankartê refê xwe diyar kiriye

Rêxistina HDP’ê ya Wanê ji ber polîsan pankartên li buroya hilbijartinê hatibûn daliqandin bê sedem rakirin nerazîbûn nîşan da.

HDP’ê li buroya hilbijartinê ya Terqarê ya Beşyol a Wanê daxuyaniya çapemeniyê da. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Wanê M. Veysî Dîlekçî, Derya Hayva, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê Yurdusev Ozsekmenler û gelek kes di daxuyaniya çapemeniyê de amade bûn..

Hevserokê HDP’a Wanê M.Veysî Dîlekçî diyar kir ku ev du meh in ketine pêvajoya hilbijartinê, li giştî Tirkiyeyê tevayî partî xebatên siyasî bi rê ve dibin û wan bi tifaqa hêzên demokratîk, saziyên civaka sivîl, derdorên demokratîk  ên Tirkiye û Kurdistanê re  xwe ji hilbijartinan re amade dikin.

Dîlekçî got ku 26’ê Nîsanê wêneyên namzetên HDP’ê yên Wanê û hevserokan li pêşiya buroya hilbijartinê daliqandine, lê beyî ti sedemeke siyasî bê nîşandan ji bo wêneyan rakin Walîtiyê teblîxat ji wan re şandiye. Dîlekçî wiha dewam kir: “Tevî xebatên me ên dîplomatîk ên têkildarî vê mijarê jî, ne Walîtiyê ne jî Wezareta Karên Hundir bersiv daye daxwazên me. Duh êvarî polîs bi panzer û TOMA’yan hewl dane mudaxeleyî posterên me daliqandine bikin. Waliyê Wanê refê xwe diyar kiriye. Lê divê ev baş were zanîn. Li vî bajarî gelekî ku bê polîtîkayên wan nîne.”