BI DÎMEN

Dîlek Ocalan: Azadiya Rêberê Gelê Kurd nêz e

Serokê Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê Cemal Şamoyan diyar kir, Kurd ji ber destketiyên xwe yên heyî deyndarê têkoşîna 40 salan a Ocalan e. Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan jî got, "Roja azadiya Rêberê Gelê Kurd nêz e."

Piştî Komara Xweser a Adigeyê û paytexta Moskowayê, civîna ji bo Ocalan vê carê li bajarê Tambovê hate lidarxistin. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê (TJK-Rûsya) Kurdistanî di civîna "Her tişt ji bo Rêber Apo" de li hev civiyan.

Serokê Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê û Nûnerê KNK'ê yê Rûsyayê Cemal Şamoyan û Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan li vê civînê axivîn.

'BIRÊZ OCALAN JI BO WELATEKÎ AZAD, GELEKÎ AZAD LI BER XWE DIDE'

Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan bi silavkirina civaka Êzidî, jin û ciwanên Kurd dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser pêvajoya hesas a li Bakurê Kurdistanê.

Dîlek Ocalan da xuyakirin, zilmeke giran li Kurdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin û tecrîda giran a li ser Ocalan bibîr xist. Dîlek Ocalan got, "Birêz Ocalan weke vîna gelê Kurd li ber hemû êrîşan rabû. Ji bo welatekî azad û gelekî azade jiya. Jiyan bi vî rengî pênase kir."

Dîlek Ocalan Ocalan işaret bi polîtîkaya şer a dewleta Tirk kir û got, "Tevî komkujî û hilweşandina bajaran jî Kurdan ti carî serî netewand.

Parlamentera HDP'ê destnîşan kir, ku gelekî dest ji ziman, çand û nasnameya xwe ya neteweyî berde, mehkûmê mirinê ye û got, "Weke gel, em ê ji bo azadiya xwe, ji bo nasname, nirxên xwe yên neteweyî, ziman, çand û rûmeta xwe, heta dawiyê li ber xwe bidin."

Di dewama axaftina xwe de Dîlek Ocalan Şoreşa Rojavayê Kurdistanê nrixand û got, "Ev şoreş berhema têkoşîna 40 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Divê em xwedî li vê nirxê xwe derkevin."

'EM Ê NEHÊLIN KOMKUJIYÊN NÛ YÊN MÎNA DERSÎM Û ŞENGALÊ RÛ BIDIN'

Dîlek Ocalan got, "Eger em dixwazin ji nava tarîtiyê rizgar bibin û xwe bigihînin ronahiyê, divê em hê bêhtir têbikoşin" û destnîşan kir, ku rojên ronî nêz e. Dîlek Ocalan da zanîn, HDP wê hê bêhtir bi berpirsyariya xwe rabe û wiha dewam kri: "Heta ku em sînorên di nava Kurdan de hatine danîn ji holê ranekin, em ê azad nebin. Em ê nehêlin komkujiyên nû yên mîna Dersîm, Geliyê Zîlan, Agirî, Şengalê rû bidin. Em ê bibin yek û faşîzmê têk bibin."

'AZADIYA BIRÊZ OCALAN PÊKAN E'

Dîlek Ocalan da xuyakirin, ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e û got, "Em bi têkoşîna xwe dikarin vê bi ser bixînin. Ti zilm heta bi hetayê dewam nake. Rojên ku em ê zilma AKP'ê têk bibin, nêz e."

ŞAMOYAN: WEKE CIVAKA ÊZIDÎ EM SPASIYA RÊBER APO Û GERÎLA DIKIN'

Serokê Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê Cemal Şamoyan piştre mafê axaftinê kir, rêveberiya xweser a Rojava silav kir û damezrînerên Komara Mahabadê Qazî Mihemmed û hevalên wî bibîr anî.

Şanoyan nerazîbûn nîşanî wan kesan da ku hewl didin civaka Êzidî û PKK'ê ji hev cuda nîşan bidin û destnîşan kir, ku civaka Êzidî êdî zane ye û nakeve xefikên serdestan û dijminê Kurdan.

Şamoyan bal kişand ser xebatên PKK'ê û Rêberê Gelê Kurd li Şengalê ji bo civaka Êzidî kir û gerîlayên ku ji bo parastina civaka Êzidî li Şengalê canê xwe feda kirin, bibîr anî. Şanoyan got, "Ez van şehîdên me û gerîlayên li serê çiyê bi rêzdarî bibîr tînim."

'RÊBER APO KURD KIR NETEWE'

Cemal Şamoyan wiha dewam kir: "Rêber Apo Kurd ji eşîretiyê, ji rewşa parçebûyî rizgar kir. Hişmendiyeke neteweyî û rêbazeke têkoşînê afirand. Di bin ala PKK'ê de Kurdan serketinên gelekî mezin bi dest xistin. Eger Rêber Apo û gerîla nebûya, em îro li vir nediciviyan, tiştekî bi navê Kurd û Kurdistanê nedima."

BANGA LI RÛSYAYÊ

Di dawiya axaftina xwe de Şamoyan bang li Federasyona Rûsyayê kir, ku têkoşîna mafdar a Kurdan û statuay wan nas bike."