Dîktatoriya li Tirkiyeyê 9'ê Tîrmehê bi fermî dest pê dike

Dîktatoriya ku weke "Sîstema hikumetê ya Serokkomariyê" tê binavkirin wê bi rengekî fermî roja 9'ê Tîrmehê li Tirkiyeyê dest pê bike.

Tê payin ku encamên hilbijartinên giştî û serokkomariyê yên 24'ê Hezîranê roja Çarşemê ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bilind ve bên eşkerekirin. Dema destpêkirina serdema hikumeta nû jî diyar bû.

Li gorî vê yekê, wê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan roja Duşemê saet 16'an li Meclîsê sond bixwe.

Piştî merasîma sondxwarinê, saet 18'an wê li Beştepeyê, merasîma destpêkirina Sîstema Hikumetê ya Serokkomariyê pêk were.

Tê payin ku desteya nû ya wezîran jî roja Duşemê bi rengekî fermî bê eşkerekirin.