Dikarin rêya me bibirin, lê nikarin dengê me bibirin!

Kampanyaya ‘Na’yê ya ku HDP’ê dixwest li pêşiya Girtîgeha Kandirayê bide dest pê kirin, ji aliyê polîsan ve hate asteng kirin. Garo Paylan wiha got: “Ew dikarin rêya me bibirin lê ti carî wê nikaribin deng û gotina me bibirin.”

Heyeta HDP’ê ji bo ku çalakiyên ‘Na’yê bidin destpê kirin hatin pêşiya Girtîgeha Kandirayê ya ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag tê de girtiye, ji aliyê polîsan ve hatin asteng kirin. Heyet ji aliyê polîsên ku riya diçe ser girtîgehê û ber girtîgehê girtibûn, hatin asteng kirin. Heyetê daxuyaniya xwe li Serokatiya Bajarê Kocaeliyê ya HDP’ê da.

Di daxuyaniyê de endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Gulsum Agaoglû û Parlementerê Stenbolê Garo Paylan nerazîbûn nîşan dan.

Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Gulsum Agaoglû got: “Îradeyên me yên siyasî, Hevserokên me, Hevşaredarên me bi operasyonên siyasî yên 4’ê Sermawezê û yên beriya wê hatin girtin û hê jî di zindanê de ne, şertên wan girantir bûn. Em dizanin ku mebesta wan ev e, di warê siyasî de vîna HDP’ê bişkînin. Em van operasyonên dîlgirtinê şermezar dikin. Biryar û darizandin ne hiqûqî ye, siyasî ne.

Di dozên KCK’ê de jî ceza barandin. Em van biryarên siyasî qebûl nakin. Em careke din dubare dikin, di şexsê Fîgen Yuksekdag de, Hevserokên me yên giştî, parlementerên me îradeyên me ne. Tişta ku em nas dikin îradeya gel e, heke gel vê îradeyê paş ve bikişîne wê meşrû be.”

‘JI GEL DITIRSIN, BILA HÊ JÎ BITIRSIN’

Garo Paylan got: “Li ber Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê ya ku Hevseroka me û parlementerên me tê de girtî ne, me yê daxuyaniya xwe ya çapemeniyê bida. Mixabin asteng kirin” û axaftina xwe wisa domand “Li ser rê me ev dît, bi hezaran polîsan riya me birrîn. Me dixwest li vê derê em daxuyaniya xwe ya çapemeniyê bidin. Astengkirina wan diyar dike ku, gelekî ditirsin. Tê dîtin ku tirs û xof ketine dilê wan. Divê ji îradeya gel û ji gel bitirsin. Ji gel ditirsin û divê bitirsin jî.”

Parlementerê Stenbolê Garo Paylan di axaftina xwe de qala van tiştan kir:

“Ji neçarî me daxuyaniya xwe li Avahiya Partiyê ya Kocaeliyê da, tişt nabe ji vê derê jî em dikarin dengê xwe bigihînin gelê xwe. Ew hewl didin riya me bibirin, lê tu carî nikarin deng û gotina me bibirin. Di 16’ê Nîsanê de dixwazin van guhertinên xwe li ser sindoqan bidin erê kirin. Di heman demê de wê van barîqat û rêgirtinan jî bînin ser sindoqan. Baweriya me bi wijdanê gelên Tirkiyeyê heye. Di 16’ê Nîsanê de em ê ji hemû van polîtîkayên wan re bibêjin ‘Na.’ Ji îro û şûnde em kampanyaya xwe bilindtir dikin. 19 rojên me man. Di 19 rojan de em ê nîşanî wan bidin ku, bê ka ‘Na’ çawa xurt e. Em ê nîşanî wan bidin ku bê ka mirov çawa bi giyanê seferberiyê diçe ser sindoqan, sindoqan diparêze.

Ji dîlgirtina Hevserokên me, siyasetmedarên me, şaredarên me em ê bibêjin ‘Na’. Ew ê bersiva van polîtîkayên xwe di 16’ê Nîsanê de bibînin. Ez bangî hemû gelên Tirkiyeyê dikim. Em dizanin ku ‘Na’ li pêş e, lê werin bi hêrsa xwe em vê ‘Na’yê xurttir bikin. Em di sindoqan de bersiveke eşkere bidin wan. Ji sedî 60’î em bersiva ‘Na’yê bidin wan ji bo ku careke din tiştekî wisa nekin. Em ê bi ‘Na’yên mezin ji wan re bibêjin ‘Na’ û bawer bikin ku di siyasetê de wê dewran rojekê bifitile. Wê pêşiya demokrasî û muzakereyan vebe. Em çiqasî bibêjin na, wê careke din tu mekanîzmayên di nava dewletê de nikaribin van tiştan li me meşrû bibînin. Ne bi hesta ku ji sedî 51, bi hesta ku ji sedî 100 em ê bi ser bikevin, em bibêjin ‘Na’.”