"Dijwariya civakî, bandorê li jinan dike"

"Dijwariya civakî, bandorê li jinan dike"

Meclisa Jinan a BDP'ê daxuyaniyek niviskî da û anî ziman ku herî zêde jin di bin bandora tundiya li dijî civakê de dimînin û got: "Her sal nêzê 10 hezar jin rastî destdirêjiyê tên. Em ê wekî Meclisa Jinan hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê li hemberî binpêkirina mafê jinan bin. Em ê li ser bingeha maqeqanûnê bi awayekî demokratîk pertekên xwe li hemberî tundiyê nîşan bidin."

Meclisa Jinan a BDP'ê diyar kir ku her roj teqez çend jin ji aliyê zilaman ve tên kuştin û wiha domand: "Parlementera BDP'ê Mulkiye Bîrtane pirsnameya destdirêjiyê da Wezareta Edaletê. Di wê pirsnameyê de desdirêjiya di astek nebaş de ye. Tenê di navbera salên 2002-2008'an de 61 hezar û 469 buyerên destdirêjiyê pêk hatiye. Dinavbera salên 2009-2011'an de jî 29 hezar û 980 heb buyerên destdirêjiyê pêk hatiye. Li gorî van daneyan, salê 10 hezar jin rastî destdirêjiyê tê. Buyerên destdirêjiyê jî herî zêde bi awayekî giştî pêk tê."

Meclisa Jinan a BDP'ê da zanîn ku di cîhanê de di bûyerên destdirêjiyê de Tirkiye li rêza yekemîn e û weha pêde çû: "Li gorî vê yêkê dîsa jî li Tirkiyeyê li hemberî destdirêjiyê polîtîkayek cidî tuneye. Li Tirkiyeyê dewlet, di buyûrên destdirêjiyê de kiryarê yekem e. Bi taybetî jî dewlet li erdnîgariya Kurdistanê destdirêjiyê wekî şerê polîtîkayê dimeşîne." 

Meclisa Jinan a BDP'ê bi lêv kir ku êdî polîtîkaya tecawizê ya li Kurdistanê pêk tîne li tevahiya Tirkiyeyê bûye xetereyek mezin û wiha balê kişand ser: "Li Wanê jina binavê H. G ku ji aliyê hevserê xwe histûyê wê hat jêkirin û piştre jî wekî ku diz stûyê wê jêkiriye, dewlet hevjinê wî serbest berda. Li Mîdyata Mêrdînê Jina binavê N. F. ku ji aliyê Waliyê Mêrdînê Velî Înan û cerdewanê bi navê Abdulkerîm Îşler ve hat rastî destdirêjiyê hat, ji ber ku kiryar nehatin darizandin û rastî gefan hat dawî li jiyana xwe anî. Dîsa li Nisêbîna Mêrdînê zarokê 14 salî A. A. û li Perwariya Sêrtê mehek berê zaroka 14 salî Z. Î. ku hatibû zewicandin, dawî li jiyana xwe anîn. Di buyerên Parka Geziyê de jî polîs tundiyê li ser jinan meşand û di binçavan de tacîzê jinan dikir û kesên ku bi copan û satoran di buyeran de êrîş dikirin, bi taybetî jî li ser jinan tundiyê pêk dianîn. Dîsa li Çewlikê zaroka binavê E. A. ku ji aliyê 8 kesên ku çawişê pispor jî dinavbera wan de hebûn rastî desdirêjiyê hat, lê hêjî kiryar nehatine darizandin. Li Xarpetê jina binavê H. K. ku 80'ê salî bû rastî desdirêjiya E. Ç. ê 26 salî hat. Tundiya li hemberî jinê hem tundiya civakê dide xuyakirin û hem jî bê ehlaqiya hişmendiya serdestiyê dide xuyakirin."