Dijminatiya Erdogan a li Rojava dewam dike
Serokkomarê Tirk Erdogan di daxuyaniya xwe ya li hemberî Rojava û HDP'ê de diyar kir ku desteka ji bo çeteyan bi armanca pêşîgirtina li xeta Efrîn-Kobanê-Qamişlo hatiye kirin.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di vegera ji gera Elmanya û Belçîkayê de daxuyaniyek da û dijminatiya xwe ya li Rojava û HDP'ê dewam kir.
Erdogan ku li hemberî Şaredariyên DBP'yî zimanekî êrîşkar bikar anî û di ser 'pêvajoya çareseriyê' re HDP hedef girt, provokasyona li Agirî û êrîşên li hemberî HDP'ê ji nedîtî ve hat.
XWESTINE XETÊ BIGIHÎNIN HEV!
Erdogan ê dijminatiya xwe ya li Rojava dewam kir, li xwe mukur hat ku ji bo pêşî li hevgirtina xeta Efrîn-Kobanê-Qamişlo, destek ji çeteyan re hatiye dayîn.
Erdogan da xuyakirin ku desteka ji bo çeteyan di ser Hatayê re dewam dikin û anî ziman ku DYA bi erênî li projeya li vê qadê diniêre. Erdogan got, "Amerîka hînê nû vê dibîne. Perwerde bike-bi çek bike jî di nav de, em xebatên îlankirina herêma ewle û herêma li firîna balafiran qedexe bimeşînin. Niha ekîbên me xebatan dimeşînin. Perwerde bike-bi çek bike, destpê kir. Diyaloga me ya bi Amerîka re bi erênî dewam dike, wê destekê bidin."