Dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan kete rojeva Parlamenta Swêdê

Parlamentera Demokratên Swêdê Sara Gîlle bi du pêşnûmepirsên nivîskî operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk ku bi hevkariya çeteyên DAÎŞ'ê li dijî Kurdan dimeşîne, xiste rojeva parlamentê.

Gîlle di pêşnûmepirsa xwe ya destpêkê de ji Wezîra Karên Derve Ann Lînde pirsî, ku ji bo bidawîkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê Kukrd hikumet çi dike û difikire bi çi rengî alîkariyê bide Kurdan.

Di pêşnûmepirsa doh de jî hate ragihandin ku Tirkiye ji aliyê rêxistinên terorê ve weke welatekî transît tê bikaranîn û çeteyên DAÎŞ'ê petrol firotine Tİrkiyeyê û li nexweşxaneyên li Tirkiyeyê hatine dermankirin.

Wezîra Karên Derve Ann Lînde doh bi rengekî nivîskî bersiv da pêşnûmepirsa destpêkê ya Gîlle û diyar kir ku ji ew bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin, ji ber humeta li mafên mirovan, pîvanên dewleta hiqûqê û demokrasiyê ji nêz ve dişopînin.

'GIRTINA SIYASETMEDARAN Û DÛRXISTINA JI WEZÎFEYÊ NE YA QEBÛLKIRINÊ YE'

Lînde destnîşan kir, ew qebûl nakin ku siyasetmedarên mûxalefetê bi sûcdariyên bêbingeh ji wezîfeyê tên dûrxistin, tên girtin û li şûna wan hinekî din tên tayînkirin. Lînde got, "Vê yekê bi taybetî zerar da partiya mûxalefetê HDP'ê. Mûxalefeta azad şertê pêşî yê civaka pirreng û demokratîk e."

Lînde anî ziman ku wan zext û neheqiya li HDP'ê û Kurdan tê kirin, li Stockholm û Enqereyê di hevdîtinên bi rayedarên Tirk re aniye ziman.

Lînde bi bîr xist, Swêd di serî de rûniştina dozên Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag rûniştinên dozên siyasetmedarên girtî dişoîne û got, "Dadgeha Ewropayê li ser serlêdaneke Demîrtaş radiwese û Swêd jî girîngiya bicihanîna biryarên Dadgeha Ewropayê dest nîşan dike."

'DIVÊ GIRTIYÊN HDP'Î BÊN BERDAN'

Lînde ragihand ku wan li platformên cuda anîne ziman ku divê siyasetmedarên HDP'î û partiyên din ên mûxalefetê yên girtî bên berdan û got, "Hikumet bi vî rengî binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê dixe rojeva platformên navneteweyî û pêşengiyê ji welatên Yekîtiya Ewropayê re dike ku li Tirkiyeyê hurmet ji mafên mirovan re bê nîşandan û pîvanên dewleta hiqûqê ji nû ve bikevin meriyetê."

Lînde di bersiva xwe de nerazîbûneke tund nîşanî desteserkirina şaredariyên HDP'î da.

Wezîra Karên Derve ragihand ku Swêdê dûrxistina şaredarên HDP'î ji wezîfeyê û girtina wan xiste rojeva Yekîtiya Ewropayê û got, "Me her wiha li Yekîtiya Ewropayê bal kişandin ser qanûna ku li Tirkiyeyê hin siyasetmedaran berdide, lê di pratîkê de siyasetmedarên partiyên mûxalefetê yên girtî nakevin ber."

'NEBAŞBÛNA TÊKILIYA HIKUMETA TIRK BI KOMÊN KURD RE CIHÊ FIKARAN E'

Lînde destnîşan kir ku nebaşbûna têkiliya hikumeta Tirk bi komên Kurd ên li herêmê re ji aliyê perspektîfa welat û herêmî ve cihê fikaran e.

Lînde bi bîr xist ku hikumeta Swêdê êrişên leşkerî yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dike û got, "Ez girîngiya pêvajoyeke aştiyê ya pêbawer û tevlîkar destnîşan dikim. Ev yek wê ne tenê ji bo Tirkiyeyê baş bibe, wê ji bo tevahiya herêmê bibe sedema rewşeke erênî."

Tê payîn ku ji bo pirsa li ser têkiliyên Tirkiyeyê bi DAÎŞ'ê re, Lînde di destpêka meha Tîrmehê de bersivê bide parlamenter Sara Gîlle.