Die Zeit bal kişand ser şervanên Xiristiyan ên jin ên ji Til Temirê
Di hejmara nû ya rojnameya heftane ya Elmanyayê Die Zeit de şervanên jin ên Asûrî-Suryanî yên li Til Temirê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe didin weşand.
Di hejmara nû ya rojnameya heftane ya Elmanyayê Die Zeit de şervanên jin ên Asûrî-Suryanî yên li Til Temirê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe didin weşand.
Êrîşên artêş û çeteyên Tirk ên li dijî gundên Asûrî-Suryaniyan ên li Til Temirê didomin. Berxwedana gelê herêmê jî di saziyên medya navneteweyî de tê weşandin. Rojnameya Die Zeit a Elmanyayê bi sernavê "Şervanên Xiristiyan ên jin ên li Til Temirê" bal kişand ser berxwedêrên jin.
Nûçegihana rojnameyê ya li herêmê Andrea Backhaûs der barê mijarê dosya-nûçeyek amade kir û ragihand, ku dewleta Tirk a dagirker êrişê dibe ser gelê Asûrî-Suryanî û Xiristiyan jî di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de li dijî dagirkeriyê şer dikin.
Di nûçeyê de nêrîna berdevka şervanên jin ên Suryanî Nîsha Gorîe hate ragihandin û ragihand ku ji bo şervanên jin ên Xiristiyan akademiyeke leşkerî heye. Gorîe ji rojnameyê re destnîşan kir ku wê li dijî dagirkeriyê heta dawiyê bajarê xwe biparêzin û anî ziman ti cudahî di navbera çeteyên dewleta Tirk û DAÎŞ'ê de nîne.
Nûnerên Asûrî-Suryanî ji rojnameyê re gotin, ku Xiristiyanên li herêmê bi fikar in ku careke din bên qirkirin.