Dicle: KE û CPT, hevkarên veşartî yên Tirkiyeyê ne

Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li qada pêşiya Konseya Ewropa û CPT’ê ya bajarê Strasboûrgê hatibû destpê kirin di roja 52’an de ye. Di mîtîna girseyî ya îro hate kirin de bêdengiya CPT’ê hate şermezarkirin.

Çalakiya rûniştinê ya ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi tevlîbûna 63 saziyan di 23’ê Cotmehê de li pêşiya avahiya Konseya Ewropa û CPT’ê ya li bajarê Strasboûrg a Fransayê destpê kirî di roja 52’an de bi hemû biryardarî dewam dike. Polîsên Fransî di saetên sibehê de hatin cihê bûyerê, êrîşî girseyê kirin. Kurdên ku tevî êrîş û provakasyonan çalakiya xwe dewam kirin, nûnerên saziyên Kurd û Tirkiyeyî, Elmanya û Fransa jî di nav de bi sedan kes tevlî mîtîngê bûn.

Meş û mîtînga Kurdisaniyan di saetên nîvroyê de destpê kir. Kurd û dostên wan ên ji cihê çalakî lê didome heta pêşiya CPT’yê meşiyan, li vir çalakiya rûniştinê ya 15 deqeyan pêk anî û heta pêşiya KE’yê meşiya, li vir mîtîngek lidar xistin.

 ‘HETA OCALAN AZAD BIBE EM Ê LI QADAN BIN’

Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dicle yê di mîtîngê de axivî û diyar kir ku pişt 50 rojan û şûnde dîsa hatiye û got: “Em weke nûnertiya milyonan mirov li vir in. Ev çalakiyekî bi temamî demokratîk û bi maf e. Ji ber ku hemû gelê Kurd û dostên wan ji ewlehî û rewşa Ocalan bi fikar in. Em ti hêviyan ji dewleta Tirk a dagiker nakin, ji ber ku enceq bi wan re têkoşîn bê kirin. Em ê li kolanan, li gelî û çiyayan li dijî wê têkoşîn bikin, bersiva pêwîst ev e.

Ev 50 roj zêdetire gelê me li vir li benda agahiyekê ne. Lê mixabin saziyên mîna KE û CPT’yê weke hevkarên veşartî yên bi komara Tirkiyeyê û xwedî li komploya navneteweyî derdikevin bêdeng dimînin. Em vê şermezar dikin û qebûl nakin. Gelê Kurd gelekî bi rûmet e. CPT daxwaza me ya çûna Îmraliyê gelek dibîne. Em ji bo KE û CPT’yê dibêjin heta ku hûn erka xwe bînin cih û agahiyekê bidin em ê têkoşîna xwe bi dawî nekin. Gelê Kurd wê vê daxwaza xwe ya bi maf heta dawiyê qîr bike. Heta azadiya Ocalan berdêla wê çi dibe bila bibe wê têkoşîn bidome.

 ‘OCALAN NAYÊ TECRÎDKIRIN’

Hevseroka HDK-E’yê Demîr Çelîk jî diyar kir ku Ocalan ev 19 sal in din ava tecrîdê de ye û got: “Ji ber ku Ocalan li gel azadiya jinê, aştî û gelan cih digire, di bin esaretekî wiha de tê girtin. Weke HDK-E’yê em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin.”

Parêzera Elman Heîke Geîsweîde jî tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û bêdeniya CPT û KE yê rexne kir.

Siyasetmedar Osman Îsmaîl jî li ser navê YNK’ê axivî û got: “Tirkiye ji Ocalan ditirse. Ji bo wê tecrîdê dide kirin. Ji ber ku Ocalan ne keseke, felsefeya aştî û azadiyê ye.”

Li ser navê KNK’ê jî siyasetmedarê Kurd Tahîr Kemalîzade jî axvî û banga çalakiyê li hemû Kurdan kir.

Siyasetmedar Teslîm Tore jî bal kişand ser kesayeta Ocalan, diyar kir ku nabe ku Ocalan bê tecrîdkirin.

Hevserokên KCDK-E Yuksel Koç û Fatoş Goksûngûr jî bang li hemû Kurdên li Elmanya dijîn kir ku tevlî çalakiyan biibn.