Dibe ku ji AKP’ê îstifayên nû bên

Dibe ku ji AKP’ê îstifayên nû bên

Tê ragihandin ku piştî operasyonên nelirêtiyê û bertîlê îstifayên ji koma APK’ê çê bûn, dê dewam bike û yên nû wê çê bibin.

Li gorî agahiyan, rêveberiya AKP'ê xistiye rojeva xwe ku Wezîrê Turîzmê û Çandê Ertûgrûl Gunay, Parlementerê Îzmîrê Erdal Kalkan û Parlementerê Enqerê  Haluk Ozdalga sewqî dîsîplînê bike di vê rewşê de îstifaya hersê navan tê axivîn.

Li ser pirsa 'eger radestî dîsîplînê were kirin, dê helwesteke çawa nîşan bide' Gunay got, "Ew bi xwe dizanin. Ez guhdarî li wijdanê xwe dikim û li gorî wê diaxivin û dinivîsim. Li pêşberî van bûyerên bi serê Tirkiyê de hatine, ji derveyî wijdanê xwe ez guhdarî ti desthiladariyên din nakim.”

Piştî 3 Wezîrên hikûmeta AKP'ê û Hakan Şukur, Wezîrê Karên Hundir ê berê Îdrîs Naîm Şahîn jî ji partiya xwe îstifa kir.

YEK JÊ WEZÎR 3 WEKÎLAN JI AKP'Ê ÎSTIFA KIRIN 

Îstifayên di nava AKP’ê de di 16’ê Kanûnê de bi Hakan Şukur destpê kir. Bi îstifaya Şukur ku tê gotin ji Cemaeta Gulen e, sînyalên operasyonê hatin dayîn.

Piştî operasyonên nelirêtiyê û bertîlê Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan, Wezîrê Karên Hundir Muammer Guler û Wezîrê Hawirdorê Erdogan Bayraktar jî îstifa kirin.

Bayraktar ji wezîrên din cudatir, ji AKP’ê jî îstifa kir. Wezîrê Karên Hundir ê berê Îdrîs Naîm Şahîn jî diyar kir ku wî ji AKP’ê îstifa kiriye.