‘Dibe ku civîna Cenevre-2 were paşvexistin’

‘Dibe ku civîna Cenevre-2 were paşvexistin’

Serokê Meclîsa Ewlehiya Rûsiyayê Nîkolay Patroşîv ji rojnameya fermî ‘Rûsîskaya Gazîta’ re got, dibe ku civîna Cenevre-2 di dema xwe de neyê lidar xistin.

Patroşîv di axaftina xwe ya ji rojnameyê re got: “Gelek tişt di destê Emerîka û hin dewletên din de ne, ku opozîsyonê kom ser hev bikin û beşdarî civînê Cenevre-2 bikin.” Her wiha da zanîn ku Rûsya alîgirê Şamê ye û dixwaze hemû aliyên aloziya Sûriyê beşdarî civîna Cenevre-2 bibin.

Der barê têkbirina çekên kîmyewî yên Sûriyê de Patroşîv got ku qonaxa yekemîn a planê ew e ku çekên kîmyewî yên Sûriyê werin tinekirin û ev yek baş hate meşandin û gelek alavên çêkirina çekên kîmiyasal hatin xerakirin. Patroşîv got: “NY û Rêxistina Qedexekirina Çekên kîmyewî pesna hevkariya rayedarên Sûriyê di vî warî de dan.”