Dibe ku artêşa Avustralyayê rê li ber şewata vekiribe

Dibe ku artêşa Avustralyayê rê li ber şewata vekiribe

Artêşa Avustralyayê da zanîn ku ew niha li ser îhtîmala ku şewata, li Rojhilatê Başûrê Welat derketiye dibe ku di encama tetbîkatên leşkerî de derketibe, lêkolîn dikin.

Artêşa Avustralyayê diyar kir ku şewata ku sê roje li Rojhilatê Başûrê welat bi bandore, ku dibe ji ber sedema tedbîkatên artêşê yên madeyên teqemenî derketibe. Di der barê mijarê de lêpirsîn hatiye destpê kirin. Şewat li herêmên di navbera Lithgow û Bilpin berdewam dike. Di encama şewatê de 3 sed mal şewitîne û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye. Rayedarên îtfayê diyar kirin ku piştî şewatê 30 hezar hektar erd kiriye ax jî hîn xûrtir bûye.

Artêşa Avustralya jî diyar kir ku li ser derketina şewata li herêma nêzî Lithgow ji ber sedemê ceribandina teqemeniyan derketiye lêkolîn dikin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Şewat di 16’ê Cotmehê de piştî ku hinek kesên ji endamên artêşê ceribandin kirin destpê kirin.” Di daxuyaniya ku îdiayên peywendiyên artêşê yên li gel herdu buyeran ku têne lêne lêkolîn kirin wiha gotin: “Em ji bo yên ku malên xwe winda kirine pir xemgînîn.”

Îtfayê jî diyar kir ku tekoşîna li hember şewatê dibe ku çend hefteyekî din berdewam bike. Li Avustralya ji îro şûnde germ wê bilind bibe û bager wê zêde bibin.