Dîasporaya Kurd ji bo Kobanê li kolanan e

Dîasporaya Kurd ji bo Kobanê li kolanan e

Kurd li her cihê lê dijîn derdikevin kolanan û bang li civaka navneteweyî dikin da ku ji bo Kobanê bikevin nav tevgerê. Ji roja Duşemê ve li gelek bajaran grevên birçîbûnê hene. Bi awayekî paralel dagirkerî, çalakiyên bêîtaetiya sivîl, meş û çalakiyên konan tên lidarxistin

KOLN: Greva birçîbûnê ya bi armanca protestokirina êrîşên çeteyên hov a DAIŞ'ê yên li ser Kobanê, li bajarê Elmanya Kolnê hatiye destpêkirin, berdewam dike. Greva birçîbûnê ya ji aliyê Kurdistaniyên li Eyaleta Rena Bakur a Elmanyayê (NRW) dijîn û dostên wan,  bi armanca piştgiriya bi berxwededana Kobanê re, di roja duyemîn de ye. Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed,  hate serdana çalakgeran û spasiya wan kir.

Mihemed der barê pêşketin û bûyerên li Kobanê de agahî da û wiha got: "Li Kobanê li dijî komkujiyan berxwedanek heye. Sedema ku heta niha Kobanê nehatiye dagirkirin, vîna berxwedanê ye. YPG û YPJ li Kobanê bi vîna mirov  li ber xwe didin. Heta ev vîna mirovan hebe, Kobanê nakeve destê wan. Bila dilê xwe xweş nekin. Ez bi aşkerayî li vir dibêjim."

Sînem Mihemed da zanîn ku ew li Cenewre, Strasbourg û Brukselê di asta navneteweyî de, ji bo mudaxeleya li dijî DAIŞ'ê, hewl didin û got: "Me li vir gelek hevdîtin pêk anîn. Me ji hêzên koalîsyonê çek xwestin, bi erênî nêzî vê daxwaza me bûn. Lê di pratîkê de tiştek nakin. DYA heta niha deverên 30 km ji Kobanê dûr in bombebaran dike. DAIŞ 4-5 km nêzî Kobanê ye. Lê wan çeperan bombebaran nake. Pêwîstiya me nan û avê tune ye, bi çekan heye."

Sînem Mihemed bang li hêzên Rojavayê Kurdistanê jî kir û da zanîn ku ger Kobanê bikeve, dê Hewlêr, Dihok û Amed jî ziyanê bibînin û xwest ku hemû hêzên Kurdistanê li Kobanê xwedî derkevin.

Di çarçoveya çalakiya greva birçîbûnê ya li ber Dêra Domê hatiye destpêkirin, stand têne vekirin û der barê rewşa Kobanê de agahî didin. Di çalakiyê de wêneyên Komkujiyên ku DAIŞ'ê kirine têne nîşandan. Ciwanên  Kurd jî heta niha bi hezaran belavok belav kirin.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI STRASBOURGÊ DI ROJA SÊYEMÎN DE YE

STRASBOURG:  Greva birçîbûnê ya li bajarê Fransa Strasbourgê, roja Yekşemê li ber Konseya Ewropayê hatibû destpêkirin, di roja sêyemîn de berdewam dike. Di nava 15 jê jin 30 kesên ku tevlî greva birçîbûnê bûne, nûnerên çepên Tirkiyeyî, MLKP, ATÎK û Serokê Federasyona Êzidiyan û nûnerên PYD'ê jî hene. Di çalakiya bi pêşengiya KCD-E û TJKE'yê hatiye destpêkirin de bang li raya giştî tê kirin ku ji  Kobanê bikevin nava hewldanan. Îro, tevî  endameke Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê, ji Federasyonên Yekîtiya Elewiyên Elmanyayê Ozgur Oz, ji Konfederasyona Yekîtiya Elewiyan a Ewropayê Huseyin Mat, ekîba Yol TV  û Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyir Aydar hatin serdanê. Çalakiya greva birçîbûnê wê roja Şemiyê saet di 14.00 de, bi meşa ku dê ji ber avahiya KE’yê heta Qada Klebe berdewam bike, bi dawî bibe. Çalakgeran bang li her kesî kir ku bi awayekî xurt beşdarî vê meşê bibin.

LI BER PARLAMENTOYA EWROPAYÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ

BRUKSEL: Greva birçîbûnê ya ku roja Yekşemê li ber avahiya Parlamentoya Ewropayê (PE) ya li paytexta Belçîka Brukselê hatibû destpêkirin, berdewam dike. Hevseroka KCD-E Dilşa Osman, daxuniyek da çapemeniyê . Osman bal kişand ser berxwedana Kobanê ya li dijî Kobanê û helwesta raya giştî ya nevneteweyî ya li hemberî Kobanê rexne kir. Osman bang li Ewropayê kir ku alîkariyê bide Kurdan û  destnîşan kir ku ger Ewropaya ku em daxwaza alikariyê jê dikin, alîkariyê nede, komkujiyek li Kobanê çêbibe, dê YE'yê weke berpirs bibînin. Greva birçîbûnê bi dirûşmayên "Bijî Berxwedana Kobanê" bi dawî bû.

LI STOCKHOLMÊ ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA YEK KESÎ

STOCKHOLM: Kurdê bi navê Tûrgay Erdal ê li bajarê Krinastad ê Swêdê dijî, bi armanca şermezarkirina êrîşên li dijî Kobanê û piştgiriya bi gelê Kobanê re dest bi greva birçîbûnê kir. Greva birçîbûnê ya ku 29'ê Îlonê dest pê kir, îro jî berdewam kir. Kurdistaniyên li bajar û derdora wê dijîn tê serdana çalakiya Erdal a li navenda bajêr.

Li aliyeke din, Li ber deriyê mezin ê Parlamentoya Swêd a li paytexta Swêd Stockholmê saet derdora 13.30’an Kurdên çalakî destpê kirin ji bo rawestandina çeteyên DAIŞ û pêşî li komkujiyekî ji nişka ve ya li Kobanê bê girtin banga Hikûmeta Swêdê bikeve tevgerê kirin. Girseya posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PYD, YPG, PKK û PJAK’ê hildan çeteyên DAIŞ şermezar kirin û dovîzên piştgiriya bi berxwedana Kobanê re hildan. Çalakvanan dirûşmayên “DAIŞ ji Kurdistanê bicehime”, “Terorîst dewleta Tirk”, “destên xwe yen bi xwîn ji Rojava bikişin”, “Bijî Kobanê” û “Bijî YPG” gotin û belavok belav kirin.

LI MARSÎLYAYÊ DI GARA TRENÊ DE ÇALAKIYA KOBANÊ

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya ê li başûrê Fransayê, zêdetirî 100 kes, li gara trenê ya Marsîlayê bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re, çalakiyeke rûniştinê li dar xistin. Di çalakiyê de dirûşmayên, "Kobanê ne tenê ye", "Pıştirî ji bo Kurdistanê", "Qatil DAIŞ, Hevkar NATO" ji aliyê Kurdistaniyan ve hate gotin. Di çalakiya Kurdistaniyan de pankarta "Kurd li dijî hovan şer dikin" hate vekirin. Çalakiya rûniştinê ya li gara trenê bi belavkirina belavokan û dirûşmayan bi dawî bû."Kurdistanî piştî çalakiyê heta konê li Qada Viewux Portê hatiye vedan meşiyan.

JI CIWANAN DI AVAHIYA SPD DE ÇALAKÎ

FRANKFURT: Bi armanca şermezarkirina êrîşên li hemberî Kantona Kobanê û xwedîderketina li berxwedana Kobanê YXK û Ciwanên Azad, li bajarê Elmanya Frankfurtê li avahiya navendî ya SPD'ê çalakiyeke bêîtaetiya sivîl lidar xistin.

YXK û Ciwanên Azad der barê çalakiyê de daxuyaniyek dan û gotin, "Heta ku daxwazên me yên ji bo rizgarkirina bi deh hezaran mirovên li Kobanê bicih werin anîn, em ê çalakiya xwe dewam bikin." Di daxuyaniyê de ji bo armanca çalakiyê hat gotin, "Em dixwazin hevparê hikûmeta Elman SPD li hemberî êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê helwestê nîşan bide" û ev daxwaz hatin kirin:

"-Divê SPD'ê helwestê li hemberî êrîşên DAIŞ'ê nîşan bide, vê ji raya giştî re aşkera bike û bikeve nava tevgerê. Pêwîste hikûmeta Elman desteka polîtîk, dîplomatîk, lojîstîk û pararastina cewherî bi her awayî alîkariyê bide gelê niha li Kobanê li ber xwe dide. Bila heyetek ji parlamenterên SPD'ê biçe xeta sînor a Bakur-Rojava û lêkolînan bike.

-Hikûmeta Elman û SPD zextê li Tirkiyeyê bikin ku desteka xwe ya ji bo DAIŞ'ê bibire. SPD û hikûmeta Elman destekê bidin pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.

-Divê qedexeya li ser PKK'ê were rakirin, li dijî hêzên DAIŞ'ê hîn bêtir tedbîr werin girtin.

-Ji bo daxwazên xwe yekser ragihînin em dixwazin bi Parlamenterê SPD'ê yê Ewropayê Udu Bullmann, Parlamentera SPD ya Federal Ulu Nissen, parlamenterê SPD'ê yê eyaleta Hessenê Tûrgût Yuksel re hevdîtinê bikin."

YXK û Ciwanên Azad, rojnamevan vexwendin Navenda SPD'ê ya li Frankfurtê ku daxwazên wan ji raya giştî ya Elman û navneteweyî re ragihînin.

LI BER PARLAMENTOYA KANADAYÊ ÇALAKÎ

Li Ottawayê, bi armanca piştgiriya bi Kobanê re çalakiyek li dar xistin. Çalakî bi pêşengiya Komeleya Çanda Kurd hate lidarxistin. Çalakî bi beşdariya 700 kesî pêk hat. Çalakî ji aliyê Komeleya Kurdên Torontoyê, Komeya Kurdan  Montreal û xwendekarên Kurd ên li Ottawayê ve hate lidarxistin. Endamên Parlamentoya Kanada Paul Dewarê, parlamenterê Partiya muhafezekar Marc Adler û parlementerê Partiya Lîberal Adem Vaughen hevdîtin bi çalakgeran re pêk anîn û dan zanîn ku xebateke parlamentoyê ji vê mijarê heye.

KAISERSLAUTERN: Li bajarê Kaiserslautern ê Elmanyayê, îro saet di 10.00 de çalakiyeke konvedanê bi armanca piştgiriya bi Kobanê re hate lidarxistin. Komele ji aliyê Komeleya Çanda Kurd a Mezopotamyayê ve hate lidarxistin.  Di çalakiya Kurdan de, bi sedan belavok hatin belavkirin. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK'ê, PYD, YPG hatin hildan.

RENNES: Li bajarê Rennes ê Fransayê bi armanca piştgiriya bi Kobanê re çalakiya konvedanê hate lidarxistin. Çalakiya ku îro li qada Şaredariya Rennesê destpê kir, dê heta roja Înê berdewam bike. Di çalakiyê de pankartên ku hovîtiya DAIŞ'ê vedibêjin hatin vekirin.

DUSSELDORF: Îro saet di 13.00 de bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê, li gara trenê ya bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê çalakiyeke rûniştinê hate lidarxistin. Jinan di çalakiyê de êrîşên çeteyên hov ên DAIŞ'ê şermezar kirin û belavok xwendin. Pıştre belavoka ji bo raya giştî hatibû amadekirin, belav kirin. Çalakî bi dirûşmayan bi dawî bû.