Di şevên Newrozê de peyamên piştgiriya Ocalan
Di şevên Newrozê de peyamên piştgiriya Ocalan
Di şevên Newrozê de peyamên piştgiriya Ocalan
Li bajarê Lorrain, Lorrient yên Fransayê û bajarê Insbruck yê Awûstûryayê şevên Newrozê hatin durist kirin. Di pîrozbahiya Newroza bajarê Lorrain de Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Zubeyîr Aydar axivî û bang li gelê Kurd û nûnerên wê kir ku, ji ber sedema pêvajoya avakirina Rizgariya Demokratîk ji niha û pêve hîn bêhtir bi xebitin û tekoşînê bilind bikin.
Kurdistaniyên ku li herêma Lorrain (Loren) ya Fransayê jiyan dikin, duh şevek organîzekirin û Newroza 2013’an pîroz kirin. Di şahiyê de piştgirî dan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di Newrozê de û pêvajoya avakirina Rizgariya Demokratîk.
Şahiya Newrozê ya bi hevkariya Meclisên St Avold û Meclisa Gelê Kurd ya Metz hate organîze kirin, li ‘Salle dest Fêtes’ ya nêzî bajarên Hombourg-Haut nêzî sînorê Almanya hate pêkanîn. Şahiya ku zêdetirî 1000’an Kurdistaniyên ku li bajarên Metz, Saint Avold û Nancy û derdorê wê jiyan dikin tevlîbûyîn de, bi deqîqeyek rêzgirtina li ser giyanê şehîdên şoreşê destpê kir. Di şahiya ku Qoroya Zarokên ji bajarê Metz hatin sirûda Ey Reqîb xwendin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji damezirênerê PKK’ê Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên li Parîsê hatin qetilkirin û portreyên şoreşgerên din hatin daliqandin.
AYDAR: DI PÊVAJOYA NÛ DE DÊ HÊJ BÊHTIR TEKOŞÎN HEBE
Di şahiya Newrozê de Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Zubeyîr Aydar axaftinek kir û tevlîbûna Kurdan ya Newroza Kurdistanê, Tirkiye û diasporayê silav kir. Aydar ku behsa peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di Newrozê de hate xwendin jî kir û got, ji bo Kurdan pêvajoyekî nû hatiye destpê kirin.
Aydar di çarçoveya muzakereyên li Îmraliyê, têkildarî paşvekişandina gêrîlayên HPG’ê agahî dan û balkişande ser ku, ger şertên ku KCK’ê daxwaz kirine pêkbên wê demê dê paşve kişandin mumkun be. Zubeyîr Aydar da zanîn ku, ji binî de çekdanîn ne mijara gotinê ye û anî ziman ku, ji bo Kurdan tiştekî xilas bûyî tuneye.
Aydar bang li gelê Kurd û nûnerên wê kir ku, ji ber pêvajoya avakirina Rizgariya Demokratîk ji niha û şûn de hîn bêhtir bi xebitin û tekoşîna xwe bilind bikin.
Di şahiya Newrozê de hunermend Sîpan Havîn, Kewê, Erdogan Emîn û Sînan-Vedat yên ji Metzê bi Kurmancî, Zazakî û Tirkî stran gotin. Di şahiyê de koroya zarokan û koma folklorê ya di bin ya Meclisa Gel ya Metzê de kar dikin derketin ser dikê, her wiha sînevîzyonekî ji axaftinên Ocalan pêk dihat pêşkêş kirin. Şahî bênavber bisloganên “Bijî Serok Apo”, “Bican bi xwîn em bi te re ne” hatin qîrîn û govendê bidawî bû.
Li bajarê Lorient yê herêma Rennes yê Fransayê jî Newroz hate pîroz kirin. Ahenga ku li Salona Şaredariya Polouayê hate li darxistin, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di Newrozê de hatî aşkera kirin hate xwendin. Di axaftinên di pîrozbahiyê de daxuyaniya Ocalan û agirbesta KCK’ê hate silav kirin. balkişandin ser komkujiya Roboskiyê û Parîsê ku hêjan nehatine ronî kirin û dan diyarkirin ku, heta kujerên komkujiyan neyên derxistin dê gûman ji samîmiyeta AKP’ê hebe.
Di şahiyê de şoreşa gel ya Rojava jî hate silav kirin û ji bo gelê Rojava standên Heyva Sor hatin vekirin û alîkarî hate komkirin.
Di şahiyê de Koma Muzikê ya Amara, Rojda, Koma Çiyayê Mûnzûr, Rêber, Rojda Bîter, Yuksel derketin ser dikê.
Pîrobahiya Newrozê ya li bajarê Insbruck yê Awûstûryayê jî bi hewayê mîhrîcanê pêkhat. Di pîrobahiya ku nêzî 800 kes tevlîbûyî de, piştgirî dan pêvajoya nû ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpê kirin. Di şahiyê de hunermend Ferhat Tunç derkete ser dikê û bi eleqeyek mezin hate guhdar kirin.