Di şeva 15'ê Tîrmehê de li Îmraliyê çi qewimî... -Amed Dîcle
Piştî 'hewldana darbeyê' ya şeva 15'ê Tîrmehê, di nava civaka Kurd de li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê dîl tê girtin, tirs û fikareke mezin rû da.
Piştî 'hewldana darbeyê' ya şeva 15'ê Tîrmehê, di nava civaka Kurd de li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê dîl tê girtin, tirs û fikareke mezin rû da.
Ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve agahî ji Ocalan nayê girtin. Tecrîda li Îmraliyê bi fermana vekirî ya Tayyîp Erdoagn destpê kir û dewam dike. Lewma, mûxatabê endîşeyên Kurdan ên li ser rewşa Ocalan, yekser hikûmeta AKP'ê ye. Pêwîste ev endîşe veguhere têkoşîneke civakî. Ji xwe di pêvajoya heyî ya siyasî de, wezîfeyeke bi vî rengî ya însanî û polîtîk li holê ye.
Di hevdîtinên 2 salan ên beriya 5'ê Nîsana 2015'an de, mijarên nîqaş li ser hatin kirin, hem bal dikişand ser hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, hem jî xeteriyên li Îmraliyê radixistin pêş çavan. Ocalan di hemû hevdîtinên bi heyetên HDP û dewletê re hişyarî dida, ku eger demokratîkbûn pêk neyê û pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê darbe bibe.
Dema mirov hinekî li dema bihurî vegerin û li axaftinên hingî hatin kirin temaşe bikin, wê rewşa heyî û gefên li ser Ocalan baştir werin fêhmkirin.
Ocalan di hemû hevdîtinan de işaret bi 'xeteriya darbeyê' dikir. Û ji ber bûyerên li Îmraliyê hatine serê wî, yên dîtine û rewşa mûxataban, bal dikişand ser xeteriyên gengaz ên li hemberî xwe.
Mînak; di hevdîtina 7'ê Hezîrana 2013'an de ku heyeta HDP'ê û Heyeta Îmraliyê lê amade bûn, Ocalan vê nirxandinê dike: Em bi vî rengî bifikirin: kujerê min bi qasî kîlometre û nîvekê li pêş e... (...)
"Alîkarê Menderes jê re dibêje 'Artêş amadekariya darbeyê dike'. Menderes jê re dibêje, 'Artêşa min tiştekî bi vî rengî li min nake'. Halbûkî, eger wê rojê li vê îstîxbaratê guhdarî bikira, wê ew tişt bi serê wî nehatibûya."
Ocalan di vê nirxandinê de hem bal dikişand ser gefên li wî tên xwarin, hem jî işaret bi xeteriya gengaz a darbeyê ya li Tirkiyeyê dikir. Di hemû hevdîtinan de nirxandinên bi heman rengî kir û hewl da xeteriya 'hêza darbeyê' bide fêhmkirin. Di axaftina xwe ya 4'ê Sibata 2015'an de bal dikişand ser vê xeteriyê:
"Hewl tê dayîn, çîroka me ya aştiyê ya pîroz parçe bikin. Ya ku li Cizîrê kirin jî ew bû. 8 zarok hatin qetilkirin. Sekinandina wê jî girîng e. Hewl didin Cizîr, Gever, Silopiya, Hezex, Licê, Çewlikê bikin xeleka dawî ya pratîka darbeyê ku şêst-heftê sal in li ser civaka Tirkiyeyê tê ferzkirin. Hewl tê dayîn, çareseriya demokratîk û aştî werin têkbirin. Girîng e tevahiya raya giştî, bi dîrokî û pîrozmendiya pêvajoya muzakereyê, pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyê zanibe, bi vî rengî xwedî lê derkeve û pêşî li van provokasyon û komployan bigire..."
Ocalan gav bi gav cidiyeta rewşê didît. Lewma di hevdîtina 27'ê Sibata 2015'an de mijar careke din xist rojevê.
"Pêwîste ev biçûk neyê dîtin. (Hêza Darbeyê) ji hikûmetê re jî vebêjin. Xeteriya darbeyê mezin e. Hêza darbeyê di dewrê de ye, pêwîste vê bibînin. Darbekar dibêjin, 'Antî komarparêz, komarê binax dikin'. Li gorî wan, yên tên binax dikin em in. Ji hikûmetê re bêjin, wê we jî bibin, wê we jî dadgeh bikin. (Li heyeta HDP'ê vegeriya) Wê li we jî bidin. Pêwîste mirov li hemberî van hişyar bin."
Ocalan di hevdîtinekê de ev nirxandina balkêş kir û bi vî rengî işaret bi pêvajoya tê xwestin bê destpêkirin, kir: "Ez ê ne bikevim bin hegemonya wan, ne jî eleqeya xwe ji têkiliyên wan ên bi Kurdan re bînim. Nêzîkatiya me ya bingehîn demokrasî ye. Avakirina demokrasiyê di heman demê de tê wateya parastina Serokwezîr. Pêwîstiya Serokwezîr bi rêveberiya demokratîk heye. Eger em nikaribin demokrasiyê ava bikin, hingî aqûbeta hemûyan wê mîna ya Menderes be. Wê nikaribin pêşî li darbeyan bigirin.
Ocalan, li dijî hêza darbeyê, demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd weke garantiya yekane dibîne. Bi israr bal kişand ser analîzên dîrokî û şênber ên vê yekê. Rexne dikir, ku AKP û Heyeta HDP'ê bi têrkerî vê nabînin.
Tespîtên Ocalan, ne tenê îro, piştî encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê jî yek bi yek pêk hatin. AKP-Erdogan ku di mijara darbeyê de ji aliyê Ocalan ve hatin hişyarkirin, darbe li encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê kirin û li hemberî Kurdan şer îlan kirin. Bi vî rengî bingeh ji hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê re amade kirin.
Hêzên li Tirkiyeyê darbeya leşkerî bikin, nepêkan e Îmraliyê ji nedîtî ve bên. Ji xwe Ocalan di gelek hevdîtinan de bal dikişand ser gefên rayedarên dewletê yên li Îmraliyê wezîfedar in. Bi kurt û kurmancî; ya ku îro li Îmraliyê tecrîdê dike hikûmeta AKP'ê ye, lewma mûxatab ew bi xwe ye.
Pirsa bingehîn niha ev e; Di şeva 15'ê Tîrmehê de li Îmraliyê çi qewimî?
Heyeta HDP'ê rojek piştî hewldana darbeyê bi rayedarên dewletê re hevdîtin kir, ev hevdîtin referans nîşan da û got, "Gotin ku ti hewldaneke neyînî li hemberî Ocalan nehatiye kirin". Bêguman ev daxuyanî têrê nake ku tirs û fikarên Kurdan bi dawî bibin.
Ji xwe ya ku ji 5'ê Nîsanê û vir ve tecrîda li ser Ocalan şidandiye, şert û mercên lê tê ragirtin ji berê xerabtir kiriye û nahêle malbat jî hevdîtinê bike, hikûmet bi xwe ye. Ji ber vê yekê, wê nezantî û saftî be ku mirov bi agahiyên hikûmetê yên li ser Îmraliyê bawer bikin, qîma xwe pê bînin.
Ocalan beriya niha jî ji Heyetên HDP û dewletê re ragihandibû ku xeteriyên li hemberî wî nêz in. Eger ev rewş ji nedîtî ve were, ev ê bibe xefleteke dîrokî.
Ji vê jî wêdetir, ji aliyê çavkaniyên girîng ve beriya niha bi demekê hat ragihandin, ku mesajên gefxwarinê ji Ocalan re hatine şandin. Rêveberiya KCK'ê bi xwe, beriya niha bi 4-5 mehan dabû xuyakirin ku gef û êrîş li hemberî Ocalan hene.
Lewma daxuyaniya Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê li rastiya rewşa polîtîk nayê.
Li Îmraliyê xeteriyeke ku telafîkirina wê nepêkan e, heye. Û ev xeterî ne mijareke ku ji însafa AKP'ê re bê hiştin. Yekane rêya vê xeteriyê ji holê rake, têkoşîna civakî ye.