Di şerê Sûriyeyê de 100 hezar kes mirine
Di şerê Sûriyeyê de 100 hezar kes mirine
Di şerê Sûriyeyê de 100 hezar kes mirine
Malaşopandinê ya mafê Mirovan a Sûriyeyê, diyar kir ku ji destpêka şer êli Sûriyeyê heta niha hejmara miriyan 100 hezar derbas kiriye. Her wiha hat diyar kirin ku ji vana 36 hezar sîvîlin.
Malaşopandinê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê Londonê ye da zanîn ji 24’ê hezîrana 2011’an heta niha ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê 100 hezar û 191 kes mirine.
Li gorî malaşopandinê, 3 hezar û 330 jin, 5 hezar û 144 jî di bin temenê 16’yî de yanî zarok bi giştî 36 hezar û 661 sivîl mirine.
Nûnertiya Bilind a Mafê Mirovan ya Netewên Yekbûyî (NY) di 13’ê hezîranê de daxuyaniyek da û da zanîn ku tîrmeha sala borî de heta niha li Sûriyeyê herî kêm 5 hezar mirov mirine.
Ji meha adara 2011’an heta niha hejmara miriyan gihiştiye 93 hezar kesî. Ji sedî 80 mêrin. Her wiha di bin temenê 10’an de herî kêm 700 zarok mirine.