Di şerê Sûriyê de nîv milyon Xiristiyan bûn penaber
Di şerê Sûriyê de nîv milyon Xiristiyan bûn penaber
Di şerê Sûriyê de nîv milyon Xiristiyan bûn penaber
Epîskopê Dêra Ortodoks yê Rojhilata Navîn diyar kir ku, ji despêkirina şerê li Sûriyê heya niha nîv milyon Xiristiyan penaber bûne û nêzî 60 kilîse jî hatine roxandin.
Epîskopê Dêra Ortadoksê ya Sûriye Mar Siluan Petr el-Nemeh, di serdana xwe ya bi 6 nûnerên Xiristiyan re ya ji bo Rusya de ev daxuyaniyê anî ziman.
Di civîna li Moskowayê de Epîskop El- Nemeh diyar kir ku, ji bo parastina Dêrê û mafê Xiristiyanan li Sûriyê, ew dixwazin bejdarî civîna Cenevre ya 2’emîn de bikin û wiha got: “ Em wekî Xiristiyanên li Sûriyê, dixwazin beşdarî di komcivîna Cenevre ya 2’emînbikin. Em jî dixwazin nêrîn û pêşniyarên xwe bînin ziman, em naxwazin wekî konferansên heya niha hatine li darxistin bimînin ji derve.”
El- Nemeh, “em wekî Xiristiyanên livî welatî ji bo 60 kilîseyên ku hatine ruxandin û penaberbûna nîv milyon Xiristiyan ji Suriye emê daxwazên xwe bînin ziman û em hêvî dikin ku ev kesên penaber bûne vegerin ser axa xwe.”
Herwiha Epîskop El- Nemeh got: “ Sûriye welatê me yê hevbeşe, em naxwazin welatê xwe terk bikin. Em naxwazin wekî li Îraq Misir û Lubananê ku ji ber sedemên şerê navxweyî 1 milyon û nîv Xiristiyan koçber bûne, li Suriye jî heman awayî naxwazîn jiyan bikîn.”