Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Di serdema AKP'ê de îstîsmara zarokan 700 ji sedî zêde bû

Îstîsmara zayendî û şîdeta li zarokan di serdema AKP'ê de 700 ji sedî zêde bû. Piraniya dozên îstîsmarê jî bê ceza man.

Pêşnûmeyên partiyên mûxalefetê yên li ser şîdet û îstîsmara zayendî her carê ji aliyê hikumeta AKP'ê ve hatin redkirin.

Di serdema AKP'ê de îstîsmara zayendî, kuştin û zewicandina zarokan li Tirkiyeyê zêde bûn. Herî dawî, li Polati ya Enqereyê Eylul Yerlîkara ya 8 salî ku 22'ê Hezîranê winda bû piştî hefteyekê mirî hate dîtin. Li Agiriyê di roja destpêkê ya Cejna Remezanê de (15'ê Hezîranê) Leyla Aydemîr a 4 salî winda bû û cenazyê wê hate dîtin. Van her du bûyerên dawî jî raxist peş çavan bê cînayet û îstîsmarkirina zarokan li Tirkiyeyê gihîştiye kîjan astê.

Li wargeha Suleymaniyan ku nêzî AKP'ê ye 9 zarok, li wargehên Weqfa Ensar ku kurê Serokkomar Tayyîp Erdogan Bîlal Erdogan endamê wê yê Desteya Rêveber e 45 zarok, li Semsûrê 30 xwendekar û li Aydinê jî zarokak 3 salan bûn hedefa destavêtina 200 kesî. Li nexweşxaneyeke li Kuçukçekmece ya Stenbolê 115 zarok ducanî hatin hiştin. Ev yek tenê çend ji bûyerên îstîsmarkirina zarokan e ku di dema desthilatdariya AKP'ê de hatine kirin.

YEK JI SÊ ZAROKAN TÊN ÎSTÎSMARKIRIN

Tirkiye di mijara îstîsmarkirina zarokan de li cîhanê di rêza sêyemîn de ye. Di nava 10 salên dawî de 482 hezar û 802 zarokên keç bi destûra dewletê hatin zewicandin. Di navbera salên 2007-2017'an de 2 hezar û 404 pitikên ji zarokên 17 salî û ji wî emrî biçûktir hatin dinyayê, mirin. Li Tirkiyeyê yek ji her 3 zarokî dibin hedefa şîdet û îstîsmarê. Desthilatdariya AKP'ê li şûna ku pêşî li kuştin û îstîsmarkirina zarokan bigire, hemû pêşnûmeyên mûxalefetê yên li ser mijarê red kir û tecawizkar parast. HDP'ê û CHP'ê heta niha bi dehan pêşnûme pêşkêşî meclîsê kirine ji bo pêşî li şîdet, îstîsmarkirina zayendî û êrîşên zayendî yên li dijî zarokan bê girtin. Lê belê hemû pêşnûme ji aliyê AKP'yiyan ve hatin redkirin.

ZAROKÊN KÊMÎ 18 SALÎ 440 ZAROK ANÎN DINYAYÊ

Ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê yên rewakirina îstîsmara zayendî, di navbera salên 2005-2015'an de şîdet û îstîsmara li zarokan bi 3 qatî zêde bûn. Di serdema desthilatdariya AKP'ê de bûyerên îstîsmarkirina zarokan bi rêjeya 700 ji sedî zêde bû. Ji sala 2002'an û vir ve zarokên kêmî 18 salî 440 hezar zarok anîn dinyayê. Hejmara zarokên kêmî 15 salî yên destavêtin li wan bû û ji ber vê yekê jî zarok anîn dinyayê 15 hezar e. Hejmara zarokên ku dibin mexdûrê sûc, salê 122 hezar derbas kir. Ev hejmar tenê aliyê xuyakirî ye, ji ber ku piraniya bûyerên şîdet û destavêtina li zarokan tên veşartin.

HIKUMETA AKP'Ê ÎSTÎSMARKIRINA ZAYENDÎ REWA KIR

Hikumeta AKP'ê ku pêşî li şîdet û destavêtina li zarokan negirt, ket pey parastina tecawizkaran. Gulana 2015'an, Dadgeha Destûra Bingehîn cezayê ku dide mele û kesên bêyî zewaca fermî zewaca olî dikin, rakir. Qanûnên ku berê zewaca di emrê zarokatî de qedexe dikirin, ji bo zemînê ji rewakirina zewaca olî veke, hatin nermkirin.

Dadgeha Destûra Bingehîn bi betalkirina qanûnekê re pêşî li wê yekê vekir û emrê zarokên bi daxwaza xwe têkiliya zayendî bijîn, ji 15 salî dakeve 12 salî. Hikumeta AKP'ê di Mijdara 2016'an de pêşnûmeyek xist rojeva meclîsê ku bi vê pêşnûmeyê re xwest bi rêya zewicandinê tecawizkaran bê ceza bihêle. Piştî nerazîbûna rêxistinên civakî yên sivîl û gel, pêşnûme hate vekişandin.

WEZÎRA MALBATÊ: CAREKÊ TIŞTEK NABE

Wezîrê wê wextê yê edaletê Bekîr Bozdag dema ku pêşnûme qanûna ku tecawizkaran efû dike diparast, bi gotina "Eger zarok qebûl bike" mohra xwe danî binê rewşeke sosret. Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Sema Ramazanoglû jî li ser îdîayên der barê îstîsmara zayendî ya li Weqfa Ensarê got, "Careke tenê bûye, lewma ev yek nabe ku ji bo reşkirina saziyeke me ya ku xizmetê dike reş bike." Serokatiya Karên Diyanetê got, zarokên keç dikarin di 9 saliya xwe de ducanî bibin û bêyî ku malbata wan bi wan re be, dikarin bizewicin. Bi vî rengî pêşî li îstîsmarkirina zayendî vekir.

KÊMKIRINA CEZA JI BO XATIRÊ 'NÊZÎKATIYA BAŞ'

Di dozên îstîsmarkirina zayendî ya zarokan de desthilatdariya AKP'ê feraseta bêcezahiştinê ji xwe re esas girt. Di dadgehên AKP'ê de cezayê sûcdaran timî ji bo xatirê 'nêzîkatiya baş û hurmetdarî' hatin kêmkirin.

Çend ji dozên ku ji ber vê yekê cezayên bersûcan hatine kêmkirin:

* Li Amedê beriya niha bi du slaan 22 bersûcan dest avêtin zarokeke 14 salî. Bi hinceta 'nêzîkatiya rêzdar' a li rûniştina dozê, cezayê li 22 bersûcan hatin birîn hatin kêmkirin û daxistin 11 sal û 8 mehan.

* Li Esenyûrt a Stenbolê, Soner Aydin dest avêt zarokeke keç a 3 salî û hate girtin. Dadgehê diviyabû cezayê herî bilind ê 15 salan lê bibiriya, lê belê ji bo xatirê 'nêzîkatiya baş' tenê 2 sal û 4 meh ceza da wî.

* Li Edeneyê bersûcê ku li Edeneyê dest avêt zaroka 12 salî, ji ber heman hincetê li şûna 24 salan, 20 sal ceza lê hate birîn.

* Li navçeya Bazîd a Agiriyê, bersûcê ku îstîsmara zayendî li zarok kir, li dadgehê got 'min henek kiribû' û hate berdan.

* Li Kocaeliyê bavekî bi navê L.O. destdirêjî li keça xwe ya 13 salî kir, lê ji aliyê dadgehê ve hate berdan.

* Li Zongûldakê, Kismet K. ku dest avêt zaroka 14 salî, ji bo xatirê 'nêzîkatiya baş' cezayê wî daxistin 17 sal û 3 mehan.