Di serdegirtina avahiya HDP’ê ya Qubînê de hevserok hatin destgîrkirin
Polîsên girêdayî TEM’ê avêtin ser avahiya rêxistina HDP’ê ya Qubînê. Di serdegirtinê de hevşaredar jî di nav de hatin destgîrkirin.
Polîsên girêdayî TEM’ê avêtin ser avahiya rêxistina HDP’ê ya Qubînê. Di serdegirtinê de hevşaredar jî di nav de hatin destgîrkirin.
Polîsan tîmên Girêdayî Têkoşîna bi Terorê re (TEM) avêt ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Qubîn a Êlihê.
Polîsan ber destê êvarî saet li dor 16:30’an avêt ser avahiyê û di dema avêtina ser avahiyê partiyê de nehiştin kes têkeve hundirê avahiyê.
Hevserokên HDP'a navçeyê û parêzer li avahiyê ne. Piştî lêgerîna li avahiyê hevserokên Qubînê Hasan Şakar û Şefîka Çetîn destgîrkirin.