Di salvegera Kîmyabarana Serdeşt de pêşangeheke wêneyan hat vekirin

Di salvegera Kîmyabarana Serdeşt de pêşangeheke wêneyan hat vekirin

Di 26’emîn Salvegera kîmyabarana li ser bajarê Serdeştê de bi munasebeta bîranîna vê rojê pêşangeheke wêneyan hat vekirin. Di encama kîmyabaranê de zêdetirî 200 kesan jiyana xwe dest dabû û li derdora 2 hezar kes jî birîndar bibûn.

Di pêşengiya Meclîsa Parastina Qurbaniyên Serdeşte de li  bajarê Serdeşt pêşangeheke wêneyan hat vekirin. Di pêşangehê de li derdora 100  berhemên hunerî  û şêwekarî yên dramî hatin pêşkêşkirin. Pêşangeh ji aliyê  gel ve rastî eleqeyeke mezin hat û bi germî hat pêşwazîkirin. Gelek kesan ji bo dîtina berhemên hunerî pêşangeh ziyaret  kirin.

Kîmyabarana bajarê Serdeştê di sala 1987’an de pêk hatibû. Di encama kîmyabaranê de, herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest da û li derdora 2 hezar kes jî birîndar bibûn.  Heta niha jî pirraniya kesên birîndar nexweşin û felc in.

Her çi qasî di ser kîmyabaranê re 26 sal derbas bûbe jî hîn pêwîstiya birîndarên karasatê bi derman û alîkariya bijîşk heye; lê heya niha jî Rejîma Komara Îslamî ya Îranê pêwîstiyên wan bi cih neaniye.