Di salvegera Helepçe de Seddam û Erdoğan hatin şermezarkirin

Li paytexta Swêdê Stockhlmê di salvegera komkujiya Helepçe de  Seddam Hisên û Erdoğan hatin şermezarkirin.

Çalakî li Meydana Sergelê hate kirin, hevgirtina bi Berxwedana Serdemê re mohra xwe li çalakiyê da.

Li Meydanê bi mûman navê Helepçe û Efrînê hate nivîsin. Nûnerên Meclîsa Jinan a Kurd a Amarayê, KNK’ê û Kurdîcîde Watch CHAK bal kişandin ser komkujiyên rejîma Sedam a li Helepçe û komkujiyên Erdoğan ên li Efrînê.

Bang li civaka navnetewî û Neteweyên Yekbûyî hate kirin ji bo ku qirkirina li ser Efrînê were rawestandin gavên pratîk bavêjin.

Di axaftinan de hate gotin Erdoğan jî weke Seddam li Efrînê komkujiyan dike, cîhan bêdeng e û mirov ji vê rewşê şerm dike. Her wiha hate gotin armanca Seddam a ji El Enfalê û ya Erdoğan a li ser Bakurê Sûriyê, ya bi mebesta kirina pergala demokratîk, wekhev û destkeftiyên Kurdan yek e.

Peyam hate dayin ku hemû Kurdistanî û raya giştî ya demokrat û pêşverû hevgirtina xwe ya bi Efrînê re geş bikin.

Di çalakiyê de bi dirûşman hate gotin, ‘’Bimre faşizm’, ‘Erdopan rawestînin’, ‘Erdoğan û DAÎŞ yek’, ‘Bijî  Berxwedana Efrînê’, ‘Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime’.