Di sala 2014’an de du girtina rojê û du girtina heyvê heye
Di sala 2014’an de du girtina rojê û du girtina heyvê heye
Di sala 2014’an de du girtina rojê û du girtina heyvê heye
Li gorî astronomên Sîbiryayê di sala 2014’an de mirov dikare du girtinê rojê û du girtinên heyvê bişopîne. Wekî din wê asteroîdek û du 7 dûvstêrk li nêzî cihanê re derbas bibin.
Wê girtina heyvê destpêkê di 15’ê Nîsanê de pêk were. Ev eklîps, dikare li Başûr û Bakurê Amerîka û Antartîkayê bê şopandin. Duyemîn girtina heyvê jî wê di 8’ê Cotmehê de pêk were.
Girtina rojê jî wê di 29’ê Nîsanê û 22’ê Cotmahê de pêk were. Ya yekem li Endonezya, Rojhilatê Sibirya û Awûstûralyayê dê karibe bê temaşekirin.
Wekî din mirov wê karibin bi awayekî diyar Marsê ji bibînin. Dê di 9’ê Nîsanê de Gerstêrka Sor nêzî cihanê bibe. Wê di nîvê destpêkê yê salê de jî , Saturn, Venus û Jupîter nêzî cihanê bibin.
Di payizê de jî wê Neptun û Uranûs, bibin gerestêrkên herî baş tên dîtin.