Di sala 1992'an de 7 kes ji malbata xwe, duh bi şev jî keça xwe winda kir
Ramazan Çagirga, di sala 1992'an de ji ber guleya topê li mala wî ket ji malbata xwe 7 kes winda kir. Duh bi şev jî keça wî ya 10 salî Cizîra Botan a jê re digot 'hevrêya min' hat qetilkirin.
ANF
ŞIRNEX
duşem, 7 rezberê 2015, 09:14
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, li mala Cizîra Botan Çagirga ya 10 salî ya duh bi şev li Cizîrê hat qetilkirin e.
Sariyildiz da xuyakirin ku navê rastî yê keçika ku di nasnameyê de Cemîle hatiye nivîsandin, Cizîra Botan e. Sariyildiz di ser hesabê xwe yê Twîtterê de ev nivîs, nivîsand: "Navê zaroka 10 salî ya duh bi şev hat qetilkirina Cizîra Botan e. Cizîra Botan duh bi şev hat qetilkirin. Em niha li mala lê hatiye qetilkirin e.
Li bedena Cizîra Botan a navê wê di nasnameyê de Cemîle hatiye nivîsandin, fîşekên ji pola ketine. Guleyên dişibin ên balafirşikên li malê ketin.
Cenaze niha li malê ye. Ramazan Çagirga di sala 1992'an de ji ber guleya toplê li mala wî ket, ji malbata xwe 7 kes ji dest da.
Cizîra Botan (Cemîle) a 10 salî xebatkara MEYADER'ê bû. Bav Çagirga got, "Min ne tenê keça xwe, hevrêya xwe jî winda kir."
Bav Ramazan Çagirga tevî ku di sala 1992'an de 7 kes ji malbata xwe winda kir, di daxuyaniyên ji bo Komîsyona Çareseriyê ya Meclîsê de banga "aştiyê" kiribû.
Sariyildiz anî ziman ku Çagirga ji Komîsyona Çareseriyê re gotibû, "Heta ku ji vî gelî re 'terorîst' bê gotin, aştî pêk nayê. Werin, tevî hemû êşên xwe jî bi vî destê me yê aştiyê, bigirin."