Di şahiya 8’ê Adarê ya li Sydneyê de Efrînê hate silavkirin
Li Sydeyê Kurdistanî û jinên Avûsturalyayî 8’ê Adarê pîroz kirin. Berxwedana Serdemê hate silavkirin.
Li Sydeyê Kurdistanî û jinên Avûsturalyayî 8’ê Adarê pîroz kirin. Berxwedana Serdemê hate silavkirin.
Kurdistaniyên li bajarê Sydney ê Avûstûralyayê dijîn, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daketin qadan.
Di çalakiya ji aliyê Komîsyona Jinan a NCKD ve hate organîzekirin de, jinên Kurdistanî û saziyên civaka sivîl li gel dostên Kurdan tevlî bûn.
Jinên ku li Parka Hay kom bûn, ber bi navenda bajarê ve meşiyan. Di çalakiya êrîşên dagirker ên Tirk hate protestokirin de, Berxwedan Serdemê hate silavkirin.
Aktivîteya 8’ê Adarê li Newton Commûnîty Centerê dom dike. Gelê xwecihî yê Avûstûralyayê Abaorjînler li gel jinên Kurdistanî di aktivîteya hevpar organîze kirî, muzîk hatin guhdarkirin û lîstikên gelerî hatin lîstin.
Berdevak a Jinan Necla Dag Lîsa Taha NCKD jî axivîn û berxwedana YPJ’ê ya li Efrînê silav kirin, hat diyarkirin ku tevgera jinan kurd li her deverê cîhanê li dijî faşîzmi û serweriya mêr têkoşînê dike.
Her wiha di axaftinan de hate bibîrxistin ku bi saya şehîdên tevgera azadiya jinê destkeftiyên mezin hatine bidestxistin û pêşketinên mezin bi xwe re aniye.