Di roja 500. a komkujiya Roboskî de bîranîna bi qurnefîlan

Di roja 500. a komkujiya Roboskî de bîranîna bi qurnefîlan

Malbatên xizmên xwe di komkujiya Roboskiyê de wenda kirin dê di roja 500'emîn a komkujiyê de li Sînorê Başûrê Kurdistanê qurnefîlan danîn ser kevirê sînor ê hejmar 13.

Malbatên Roboskî yên di komkujiya Roboskiyê de zarokên xwe wendakirin di roja 500'emîn a komkujiyê de di 11'ê gulanê de li cihê komkujî lê pêk hatî sînorê Başûrê Kurdistanê qurnefîlan danîn ser kevirê sînor ê hejmar 13.

Malbatan berê jî xwest biçûn herêma komkujiyê lê leşkeran bi tund mudaxele li malbatan kiribû û hewildana wan asteng kirin.

Faruk Encu têkildarî mijdarê de bang li raya giştî kir û diyar kir ku ji bo dawî li polîtîkayên kujer bên kirin û kiryarên komkujiya Roboskiyê bên darizandin dê di roja 500'emîn a komkujiyê de qurnefîlan danên cihê komkujî pêk hat.

Encu, anî ziman ku hemû kesên edaletê dixwazin divê wê rojê li cem wan bin.