Di roja 120. de ji bo komkujiya Parîsê çalakiya "em edaletê" dixwazin
Di roja 120. de ji bo komkujiya Parîsê çalakiya "em edaletê" dixwazin
Di roja 120. de ji bo komkujiya Parîsê çalakiya "em edaletê" dixwazin
Bi armanca diyarkirina kujerên sê siyasetmedarên Kurd, yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û çalakgera Tevegera Ciwanan Leyla Şaylemez, li Parîsê meşek hat lidarxistin.
Ji 9'ê Cotmehê roja komkujiya li Parîsê û vir ve, jin roj roja Çarşemê meşê lidar dixin û di roja 120. de jî doza edaletê li Fransayê kirin.
Çalakiya vê hefteyê bi pêşengiya Meclîsa Çand û Hunerê hat lidarxistin.
Hunermendên ji Meclîsa Çand û Hunerê bi erbaneyên xwe li peşniya meşê cih girtin û meşê ji ber Akademiya Çandê ya Kurdistanê ya li Parîsê saet di 14.00'an de destpê kir.
Meşa bi pankarta "Em, piştî 120 rojan hînê li benda rastiyê ne, berpirsyaran bibînin" bi beşdariya 150 kesan pêk hat.
Di meşê de dirûşma "Em hemû Sakîn, hemû Fîdan, hemû Leyla ne" hat qêrîn û sirûda "Çerxa Şoreşê" hat gotin.
Di meşa bi wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK'ê hatin hilgirtin.
Gava meşvan gihaştin ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê, deqeyek rêz hat girtin.
Dûre çalakiya rûniştinê ya ji pênc deqeyan pêk hat.
Hunermendên ser bi Meclîsa Çand û Hunerê li vê derê helbest stranên li ser Cansiz, Dogan û Şaylemez gotin.
Di meşê de Rêxistina Jinan a SKB jî cih girt.
Jinên SKB'yî dan xuyakirin, ku ew li gel jinên Kurd in û gotin "Ne tenê li Parîsê, li gelemperiya Ewrûpayê em tevlî hemû çalakiyan dibin."
Piştî axaftinan, zarokên keç ên di bin sîwana Meclîsa Çand û Hunerê de perwerdeyê dibînin, helbest xwendin.