Di pîrozbahiya 15’ê Tebaxê ya li Zurîch qetlîama Rojava hat şermezarkirin
Di pîrozbahiya 15’ê Tebaxê ya li Zurîch qetlîama Rojava hat şermezarkirin
Di pîrozbahiya 15’ê Tebaxê ya li Zurîch qetlîama Rojava hat şermezarkirin
Pêngava 15’ê Tebaxê li bajarê Zurich ê Swîsre bi girseyî hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya Burklîplatz a li Zûrîhê qetlîama li Rojava û Rojhilata Navîn jî hat şermezarkirin.
Li Zurîchê 29’emîn Pêngava 15’ê Tebaxê bi girseyî hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de nûnerên Federasyona Komeleyên Kurd a Swîsre (FEKAR), Federasyona Elewiyan Ewropa (FEDA), Partîzan, Heyva Sor a Kurdistan, Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Ewropa (ATÎK), PYD û Konfederasyona Gelan a Demokratîk a Ewropa (ADHK), Rêxistina PDK’ê û YNK’ê jî amade bûn.
Di pîrozbahiya ku ji çar parçeyên Kurdistanê mirov beşdar bûn dirûşmayên “Bijî Kurdistan”, “Bijî Serok Apo”, “Bakur, Başûr, Rojava xebata me ser Welat” hatin berzkirin.
Di pîrozbahiyê de siyasetmedarê Kurd Sabrî Agir axaftinek kir. Agir di serî de qetlîamên li Rojava, Tunus, Misir ên li Rojhilata Navîn şermezar kir û got ku Ewropa li hemberî wan qetlîaman sê meymûnan dilîze.
Agir di berdewama axaftina xwe de da xuyakirin ku bêdengiya medyaya Ewropa ya li hemberî qetlîaman mirov dide fikirandin û ji ber zextên dewleta Tirk deriyên sînoran nayên vekirin û wiha berdewam kir: “Divê her kes bizane ku gelê Kurd tu carî wenda nake, ji bo bidestxistina maf û azadiya xwe heta dilopa dawî ya xwîna xwe wê têkoşîna xwe dewam bike û bersiva pêwîst bide.”
Li ser navê Meclîsa Jin a Bêrîtan a Zurîch jî Dayik Zahîde Cacan got, “Di mizgeftan de di fetwayên didin de dibêjin tecawiza li hemberî jin û keçan, xespkirina malên wan helal e. Ev Mislimantiyeke çawa ye? Em jî Misliman in bi tekbîran serê mirovên me jêdikin. Ev di kîjan Mislimantiyê de heye?.”
Dayik Zahîde bi gotina “Êşên li wir em di dilê xwe de hîs dikin” ku axaftina xwe berdewam kir got, “Ez bang li Barzanî dikim: Deriyan veke. Yên li wir bi qetlîaman re rû bi rû tên namûsa te ne, ji xwîna te ne, ji canê te ne, êdî bes e. nebin alîgirên Tirkan, nebin alîgirên dijminan. Bila mirovên me neyên qetilkirin. Ji bo hovîtiya li wir bi dawî bibe û ji bo têkoşîna li wir bi her cureyî piştgiriya xwe bide.” Dayîk Zahîde Cacan, axaftina xwe bi dirûşmaya “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî kir.