Di pevçûnên li Misirê de gelek kes mirin

Di pevçûnên li Misirê de gelek kes mirin

Girseya li ser banga Birayê Musliman hatin cem hev û rastî êrîşê hatin, çar kes mirin û bi dehan birîndar bûn. Lê çavkaniyên herêmî û nexweşxane diyar dikin ku hejmara miriyan gelek zêde ye. Li gorî çavkaniya nêzî Birayên Musliman herî kêm 25 kes mirine. Hikûmet da zanin ku heri kem 20 miri hene

Li Qahîre ya Misirê girseya hatin cem hev rastî êrîşa polîsan hatin.

Di pevçûnên li Qahîreyê 4 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne. Di navbera alîgirên Muhammed Mursî û artêşê de pevçûn derketin tenê li Qahîreyê ne bi sînore.  Hikûmetê diyar kir ku 20 kes mirine. Li bajarê Damîetta û Îsmaîla gelek kes mirine.

Wezîrê karê derve yê Misirê diyar kiribû ku li dijî kesên ku daîreyên dewletê hedef bigirin dê guleyên rastîn bên bikaranîn. Artêşa Misirê li Qahîreyê li dora avahiyên krîtîk tedbîrên ewlehiyê girtibûn.

Bi hezaran kesên di saetên nîvro de hatin cem hev, bi daxwaza leşkerên rejîmê biçin meş pêk anîn.