Di pevçûnên Helebê de 6 çete hatin kuştin

Di pevçûnên Helebê de 6 çete hatin kuştin

Hate ragihandin ku di pevçûnên duh êvarê yên li taxa Seken Şebabî ya Helebê qewimîbûn de 6 çetên êrişkar hatine kuştin û 3 birîndar bûne.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin duh di saetên êvarê de komên çete ên girêdayî Artêşa Azad li taxa Seken Şebabî û li derdora nexweşxaneya Henan a Taxa Eşrefiyê yên Helebê êrîş pêk anîn. Hate gotin ku di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûn heta saetên sibê dom kirin. Hate hînbûn ku di encama van pevçûnan de 6 êrîşkar hatind kuştin û 3 jîbirîndar bûne.

Li aliyê din komên çete ên ji ber berxwedana şervanên YPG’ê û Eniya El-Ekrad nikarîbûn pêş bikevin bi hawanan taxên kurdan topbaran dikin. Hate gotin ku di encama topbaranê de ziyana madî li derdorê çêbûye.