Di Partiya Keskan de dema Claûdîa Roth bi dawî dibe
Di Partiya Keskan de dema Claûdîa Roth bi dawî dibe
Di Partiya Keskan de dema Claûdîa Roth bi dawî dibe
Partiya Keskan ku di hilbijartinên roja Yekşemê yên li Elmanyayê de ji sedî 2'ê dengên xwe winda kir, şoka îstifayê dijî. Tevî Claûdîa Roth û Cem Ozdemîr, rêveberiya partiyê îstifa kir. Roth nafikire ku ji nû ve bibe namzeta serokatiyê.
Ji sala 2001'ê û vir ve serkêşa partiyê bû. Ne tenê ji bo Elmanya di heman demê de ji bo tevgera Keskan a li Ewropayê jî bûbû nîşaneyek. Claûdîa Roth berpirsyariya têkçûna partiya xwe ya di hilbijartinên pêr de hilgirt ser milê xwe û ji lîderiya partiyê îstifa dike.
Partiya Keskan ku li gorî hilbijartinên 2009'an rêjeyek ji sedî 2,3'ê dengan winda kir û ji sedî 8,4'ê dengan wergirt. Bi vê yekê re di lîsteya partiyên mezin ên li welêt de daket rêza çaremîn. Partî bi vê performansa xwe re, bi îstifayan diheje. Tevî Hevserok Claûdîa Roth û Cem Ozdemîr, rêveberiya partiyê ya ji 6 kesan û konseya partiyê ya ji 16 kesan îstifa kirin.
Di Civata Giştî ya meha Mijdarê de dê Partiya Keskan hemû navgînên xwe yên rêveberiyê ji nû ve hilbijêre. Piştî îstifayê Cem Ozdemîr ragihand ku ew dikare ji nû ve ji bo hevserokatiyê bibe namzet, lê biryara Roth ji duh ve dihat meraqkirin. Roth di bernameyeke îro danê sibê ya li kanala televîzyonê ya ARD de diyar kir ku ewê ji nû ve nebe namzet.
Claûdîa Roth da xuyakirin ku ji bo pêleke nû û ji nû ve avabûna partiyê, pêwistî bi navên nû heye. Di şûna Roth navê ku ji bo hevserokatiyê derdikeve pêş Wezîra Hawirdorê ya berê ya Eyaleta Saarlandê Sîmone Peter e. Bi îstifaya Roth re tê gotin ku zext li Serokê Koma Partiyê Jurgen Trîttîn û Alîkara wî Gorîng-Eckardt hatiye kirin ku îstifa bikin. Trîttîn û Eckard ev 8 sal in lîderiya komê di destê xwe de digirtin.
LÎDERÊ FDP'Ê ROSLER JÎ ÎSTIFA KIR
Hilbijartinên roja Yekşemê ku weke serketina Serokwezîr Merkel ket nava rûpelên dîrokê, Serokekî din ê partiyê ji kar xistibû. Hevalbendê biçûk hikûmeta Merkel Partiya Demokratên Azad (FDP) ku bi windakirina ji sedî 10'ê dengan di binê bendê de ma, Serokê Giştî yê partiyê Fhîlîpp Rosler jî îstifa kir.
Berpirsyariya têkçûna herî mezin a dîroka FDP'ê Rosler girt ser milê xwe û duh bi civîneke çapemeniyê îstifaya xwe ragihand. Hat ragihandin ku Sekreterê giştî yê berê yê partiyê û Serokê Rêxistina FDP'ê ya Eyaleta Nord Rhein Westfalen (NRW) Chrîstîan Lîndner, dê ji bo Serokatiyê bibe namzet.