Di operasyonên qirkirina siyasî de li çar bajaran gelek hatin binçavkirin

Li Hatay, Stenbol, Edene û Mêrdînê, di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin binçavkirin.

Rejîma AKP/Qesra Erdogan, di salvegera komploya navneteweyî de, bi nêzîkbûna dema referandûmê re operasyonên xwe yên qirkirina siyasî zêde kir. Li Hatay, Stenbol, Edene û Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin.

HATAY

Li navçeya Samandag a Hatayê, polîsan danê sibehê avêtin ser mala Alîkara Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Tulay Hatîmogullari. Hatîmogullari li malê nebû û lêgerîn li malê hat kirin. Endama Meclîsa Partiyê ya SYKP'ê Sevgî Kurtdere jî piştî serdegirtina malê û lêgerînê hat binçavkirin.

STENBOL

Li Harbiye ya Stenbolê piştî kontrola GBT'ê Berpirsyarê Çapemeniyê yê HDP'ê ya Stenbolê Suleyman Başer hat binçavkirin. Tê payîn, Başer îro derxînin dozgeriyê.

EDENE

Li Edeneyê jî serê sibehê bi piştgiriya helîkopteran bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de hat girtin. Piştî lêgerînê 10 kesên ku navên wan nehat hînbûn hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin ji bo kontrola tenduristiyê birin Saziya Tiba Edlî û ji wir jî birin Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê. 

Li Edeneyê di operasyonên 3 rojên dawî de 80 kes hatin binçavkirin.

MÊRDÎN

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê duh danê êvarê dema ku wesayîtekî zirxî derbas dibû teqîn çêbûbû û piştî teqînê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Li taxa Sarayê Siraç Ataç (25), Ramazan Gezer (15), Beşîr Mete (24) û Mahmut Acar (17) hatin binçavkirin. 

4 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Kerboranê.