Di operasyona li ser TÛAY-DER’ê de 4 kes hatin girtin

Li Amedê li ser TÛAY-DER’ê operasyonek hatibû lidarxistin. Di vê operasyonê de 4 kes hatin girtin.

Li Amedê di 9'ê Hezîranê de polîsan bi fermana serdozgerê Komarê yê Amedê, bi ser malbatên endam û rêveberên Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TÛAY-DER) de girtibûn. Polîsan 22 kes destgîr kiribûn.

Polîsan di serdegirtina malan de, Endamê Meclîsa Şaredariya Rezan ê HDP'î Vahit Dogru, Hevserokê TÛAY-DER'ê Mehmet EmÎn Guzel, rêveberên komeleyê Şafîî Hayme, Hanim Akay, Muşeher Ulker, rêvebera berê ya komeleyê Leyla Ayaz, Abdulmenaf Kur û Husamettin Kiliç, Ayten Kirtay, Zeynep Kiray, RÊzan Erimfik, Çekdar Çûbûk, Kazim Yayık, Selahattîn Çap, Haşim Temîz, Îbrahim Temîz, Mehmet Temîz, Huseyîn Temîz, Medenî Kirtay, Fatma Gul destgîr kiribûn û piştî sewqî edliyê kirin 2 kes girtibûn.

Dadgehê derbarê Hevserokê TÛAY-DER'ê Mehmet Emîn Guzel, Rêveberê komeleyê Şafîî Hayme û Müşeher Ülker de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" biryara girtinê da û şand girtîgehê. Dadgehê Hanim Akay û Kazim Yayik jî bi şertê kontrola edlî serbest berdabû.

Îro jî 8 kesên ku li Midûriyeta Polîsan lêpirsîna wan bi dawî bû sewqî edliyê kirin. Heyeta dadgehê jî ji 8 kesan rêveberê TÛAY-DER’ê Abdulmenaf Kur bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê ye" biryara girtinê da û şand girtîgehê. Dadgehê Husamettin Kiliç, Ayten Kirtay, Zeynep Kiyar, Rêzan Erimfik û 2 kesên navê wan nehat zanîn jî bi şertê kontrola edlî serbest berda. Lêpirsîna li ser Çekdar Çûbûk ya li dozgeriyê jî didome.

Lêpirsîna li ser Vahît Dogrû, Leyla Ayaz, Selahattin Çap, Medenî Kirtay, Haşim Temîz, Îbrahim Temîz, Mehmet Temîz, Huseyîn Temîz û Fatma Gul a li Midûriyeta Polîsan didome.