Di operasyona Gezî de hejmara binçavkiriyan 50 derbas kir

Di operasyona Gezî de hejmara binçavkiriyan 50 derbas kir

Di operasyona bi sedema tevlîbûna berxwedana Parka Gezî de polîsan ku girt ser nêzî 100 adresan hejmara kesên hatine binçavkirin 50 derbas kir.

Li Stenbolê danê sibê ji aliyê polîsan ve di serî de Sancaktepe, li gelek navçeyan ku di nav de cihên xwendekar lê dimînin jî hene polîsên girêdayî Şaxa Têkoşîna bi Terorê re girtin ser nêzî 100 adresan. Di operasyona ku tê gotin der barê 60 kesî de biryara girtine heye, hat ragihandin ku hejmara kesên hatine binçavkirin 50 derbas kirine. Yên hatine binçavkirin ku li Şaxa Têkoşîna bi Terorê re ya Muduriyeta Emniyeta Stenbolê tên ragirtin, tê destnîşankirin ku ji ber sedema veşartîbûna dosyaya lêpirsînê yên binçavkirî heta 24 saetan nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtinê çêbikin.