Di navbera pêşmerge û Heşdî Şebî de agirbest
Hat ragihandin ku di navbera Heşdî Şebî û hêzên Pêşmergeyan de agirbest hatiye îlankirin.
Hat ragihandin ku di navbera Heşdî Şebî û hêzên Pêşmergeyan de agirbest hatiye îlankirin.
Piştî operasyonên artêşa Iraqê ya li gel Heşdî Şebî ku 16’ê Cotmehê li dijî Herêma Kurdistanê dan destpêkirin, piştî ku şer cih bi cih derketin û şûnde duh agirbest hate îlankirin.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê ofîsa Koolîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ya di pêşengtiya DYA’yê de hate kirin, di navbera artêşa Iraq û pêşmergeyan de agirbest pêk hatiye.
Li aliyê din berdevkê Kooalîsyona Navneteweyî yê li Bexda Ryan Dîllon jî îdîaya agirbestê piştrast kir.
Têkildarî şert û mercên agirbestê heta niha agahiyên zelal nehatine girtin.