Di meşa li Bremen a Paskalyayê de peyamên piştgiriyê ji bo Efrîn hate dayîn

Di meşa Ostermarsch Paskalyayê ku her sal li Bremenê tê lidarxistin de, peyamên piştgiriya bi Efrînê re hate dayîn.

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê meşa Ostermarschê hate lidarxistin. Meş ji aliyê yekbûyiya Frîdensformê ya Bremenê ve hate lidarxistin. Bi hezaran alîgirên aştiyê yên li pêşiya HBF Bremenê kombûn Kurdisaniyan jî bi alên YPG/YPJ’ê destek dan. Meşa heta Parlemetoya Bremenê dom kir bi sedan belavok hatin belavkirin.

Di mîtînga li pêşiya parlemetoyê hate lidarxistin de, Parlemeterê Partiya Çep a Elman a Bremenê Dorîs Achelwîlm, li ser navê Bremîsche Burgerschaft Arno Gottschal û li ser navê Mewdan jî Mazlûm Koç û li ser navê komîteya amadekariyê jî Mizgîn Çîftçî axivîn. Di axaftinên hatin kirin de di serî de bang li hikûmeta Elman û welatên Erebîstana Siûdî hate kirin ku firotina çekan a bi Tirkiyeyê re bidin rawestandin. Di axafinan de bal hate kişandin ku bi çekên Elman li Efrînê bisedan welatiyên sivîl hatine qetilkirin.

Çalakî piştî banga piştgirîkirina ji bo Rojava û şûnde bi dawî bû.