Di meha Çileyê de 112 cînayetên kar pêk hat

ÎSÎG’ê diyar kir ku di meha Çileyê de 112 karker di cînayetên kar de mirine.

Meclîsa Tendirustî û Ewlekariya Karkeran (ÎSÎG) rapora cînayetên kar weşand. Li gorî raporê 112 karker di cînayetên kar de mirine.

Li gorî raporê 12 jin û 100 zilam di cînayetên kar de mirine. ÎSÎG’ê diyar kir ku 3 zarokên emrê wan biniya 14 salî jî di cînayetên kar de mirine.

Di raporê de bal hate kişandin ser vî tiştî ku di meha Çileyê de 7 penaber mirine.