Di meha 146’an de bîranîna Komkujiya Roboskî

Hewldana Edaletê ya Ji bo Roboskiyê di meha 146’an a komkujiyê de li ber Şaxa Enqereyê ya ÎHD’ê daxuyanî da.

Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskiyê bi boneya meha 146’emîn a komkujiyê li pêşiya avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Roboskê êdî tu caran” hate vekirin û endamê Hewldanê Tanju Gunduzalp daxuyanî xwend.

Gunduzalp da zanîn ku bi ser qetilkirina 19 jê zarok bi giştî 34 sivîlan a li Roboskiyê re 12 sal derbas bûn û wiha got: “Heke di rewşeke ku piranî jê zarok bi giştî qetilkirina 34 welatiyên sivîl de jî biryardariyeke siyasî û rastiyên hiqûqî neyên raberkirin, wê demê rayedar kengî û di kîjan rewşê de dê bikevin nava hewldanan? Bi rastî jî em mereq dikin.”

Gunduzalp, diyar kir ku Komkujiya Roboskiyê her wiha destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst a ku îro gel dijî ye û wiha bi dawî kir: “Tekane rêya derketina ji rewşa şerê sedsal e didome û nefretê heye; ew jî divê dewlet tundiyê neke normek, divê binpêkirinan neke û aqilê aştî û demokrasiyê bê avakirin. Em mecbûr in ku parastina maf û azadiyan bibe berpirsyartiya me ya esasî. Em peymana civakî ya me îmze kirine bi bîr dixin û daxwaza pergalekî biedalet dikin ku necezakirin tê de nebe. Em ê heta dawiyê xwedî li mafê jiyanê derkevin. Roboskî ezmûna dewlet û îktîdarê û şerma van xakan e.”